Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Parîsê rewşa Kurdan di panêleke siyasî de hate nirxanidin

21:35 - 31 Adar 2018

Kurdistaanmedia: Di panêlekê de ku li ser rewşa Kurd, bi hewla Kendal Nezan serokê Enstîtuya Kurd li Parîs pêk hatibû, Îdrîs Ehmedî endamê Navenda Siyasî ya PDKÎ ragehand ku serbarê hemû serkutkariyan di Rojhilata kurdistanê, xebateke medenî heye û pêşmerge jî piştevanê xelkê Kurdistanê ne.

Di vê panêla siyasî de, Îdrîs Ehmedî bi eşker bas ji destêwerdanên rejîma Îranê di nava karûbarên welatên navçeyê û bi taybetî dariştina pîlana dagîrkirina Kerkûkê kir, û ragehand ku li her cihekî ku Kurd bixwaze deskevtekê bi dest bixe, rejîma Îranê berî hemiyan dijayetiyê dike.

Wî herwisa got ku rejîma Îranê radigehîne ku Îsraîl û Erebistan û Amerîka piştgiriya tevgera kurdî dikin, û armanca rejîmê ji vê yekê, ew e ku tevgerên nîştiman lawaz bike, niha aliyên Kurdî dest bi xebateke nû bi navê Rasan kiriye ku ew jî tê wateya berdewamiya xebatê. Ew jî di demekê de ye ku givaş li ser hêzên Kurdî heye.

Komara Îslamî givaşa xwe li ser partiyên siyasî û li ser xelkê zêde kiriye.Rejîma Îranê ku berê du serkirdeyên Kurd bi navên Dr. Qasimlo û Dr. Şerekendî teror kirine niha jî berdewam e li ser van teroran.

Niha li Kurdistana Îranê berxwedaneke sivîl heye, û rejîm dixwaze ku hêza çekdar bi kar bîne, bo serkutkirina vê xebata medenî, lê hebûna hêza çekdar dibe piştevanek bo vê hêza medenî.

Herwisa di vê panêlê de Osman Baydemir parlemantarê HDP`ê û siyasetvanê naskirî ê Bakûra Kurdistanê ragehand ku êrîşa bo ser Efrînê dagîrkirina xaka Kurdistanê ye, û Erdoxan piştî têkçûna DAÎŞ`ê dixwaze ku li hemû herêmê de deshilatdariyekê bo wan cehadîst û tundrevên Îslamî ava bike ku ser bi Tirkiyê ne, û hekî civaka cîhanî pêşiyê ji wan tundreviyên Erdoxan negre, ew deshilatdariya tundrevan, wê pêk bê.

Wî herwisa ragehand ku Tirkiye li hemû cihekî dijî mafê Kurdan e. Li Başûra Kurdistanê jî me dît ku çawa dijberiya referandomê kir, û piştgiriya dagîrkirina Kerkûkê kir. Wî got hekî Kerkûk neketiba, Efrîn jî nediket.

Wî derheq hevpeymaniya AKP`ê ya bi MHP`ê re got: Erdoxan dostatiya MHP`ê kir ku bikare bi piştevaniya wan li ser kursiyê deshilatê bimîne, û şertê MHP`ê jî ew bû, ku li her ciekî Kurd hebin, dibe Erdoxan dijayetiya deskevtên wan bike, û her du aliyan li ser vê yekê rêkkevtin kir.