Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çap û belavkirina rojjimêra sala nû, diyariya Komîsyona Rgehandinê ya PDKÎ

21:47 - 31 Adar 2018

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Bokanê rojjimêra sala 2718`an çap û belav kirin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, di şevên borî de têkoşerên Demokrat li bajarê Bokanê rojjimêra sala 2718`an a Kurdî ku ji aliyê Komîsyona Ragehandinê a PDKÎ ve hatibû amadekirin, û PDKÎ ew yek kiribû diyarî bo sala nû, hate çap û belavkirin.

Li gora vê nûçeyê, ew rojjimêr di nava xelkê asayî û endamên PDKÎ hate belavkirin, ku bû sedema kêfxweşiyê û bilindtirbûna morala şoreşvanî ya xelkê û bi himbêzeke vekirî ve pêşwazî jê kirin.

Li gora vê nûçeyê endamên PDKÎ li bajarê Bokanê 150 dene ji vê rojjimêrê çap kirine.