Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Kongireya Neteweyên Îrana Federal

22:11 - 31 Adar 2018

Kurdistanmedia: Kongireya Neteweyên Îrana Federal li pêwendî digel nerazîbûnên xelkê Îranê, û nerazîbûnên çend rojên derbazbûyî yên xelkên bajarê Ehwazê li hemberî bêrêzîkirina saziya Deng û Reng a rejîma Îranê bi kşmaniyşn neteweyî yên Îranê daxuyaniyek belav kir.

Deqa daxuyaniyê bi vî rengî ye:

Berdewambûna nerazîbûnên xelkê xebatkar yên Ehwazê li dijî siyaseta vergirtî ji siyastên giştî yên rejîmê ji bo jinavbirina çand û nasnameya neteweyên xerî Fars e.

Nerazîbûnên xelkê bêzarbûyî yên bajarê Ehwazê bi sebeba siyasetên rejîmê yên ji bo jinavbirina çand û nasnameya neteweyên xeyrî Fars dom heye. Wan daxwaz kirin da ku berpirsên rejîmê lêborînê ji wan bikin, û berhevkarên bernameya tijî ji sivikatî a televîzyonî ceza bikin.

Kongireya Neteweyên Îrana Federal, tevî piştevanîkirin ji xelkê Ehwazê, careke din tîne bîra we, ku tenê riya ji bo pêşîgiritin ji serkutkirinên curbicur ên rejîmê, yên li dijî xelkê akincî yên Îranê, jinavçûna rejîma Îslamî a Îranê ye.

Sekretariyeta Kongireya Neteweyên Îran a Federal