Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ û Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê li hev civiyan

22:57 - 1 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Di hevdîtina di navbera PDKÎ û Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê de, li ser pirsa Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê gotûbêj hate kirin.

Roja Yekşemiyê 11`ê Xakelêweya 1397`an ya Rojî, heyeteke Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê bi serperestiya Behmen Husên û Se`id Xalîd ji desteya serokatiya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê serdana PDKÎ kirin, û ji aliyê heyeteke hizbê ve bi serperestiya Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê hizbê pêşwazî jê hate kirin.

Destpêkê Behmen Husên bi navê rêberiya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê bi boneya birêveçûna serkevtiyane ya kongireya 16`an pîrozbahî li heyeta hizbê kir, û li ser domandina dostatiya ji mêjîn di navbera her du hizban de pêdagirî kir, û piştre basek li ser rewşa siyasî û dawî pêşhatên siyasî li Kurdistan û navçê û asta navneteweyî kir.

Piştre Mistefa Hicrî tevî spasiya ji heyeta mêhvan bona pîrozbahî û serdana xwe li ser berdewamiya dostatiya di navbera her du hizban de pêdagirî kir, û li ser pirsên girîng û rewşa Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û derfet û gef û çendîn pirsên din axavtineke baş û têr û tejî pêşkêş kir, û guhertina bîrûrayan kirin.