Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama sersaxiyê ya PDKÎ ji bo Nêçîrvan Barzanî

16:22 - 3 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Derheq koça dawiyê ya Dilovan Barzanî birayê Nêçîrvan Barzanî, PDKÎ peyameke sersaxiyê belav kir.

Deqa peyamê weha ye:

Birêz kek Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdiatanê

Tevî rêz û silavan


Nûçeya koça dawiyê ya birayê we rêzdarî, rehmetî kek Dilovan Îdrîs Barzanî cihê xem û kovana me bû. Di vê derheqê de em sersaxiyê dibêjne we rêzdarî, û hemû malbata birêz ya Barzanî, û xwe beşdarî xema we dizanin.

Em hêviya temendirêjî û tendirustiyeke baş ji we û endamên malbata we re dixwazin.

PDKÎ
Lêpirsyarê giştî
Mistefa Hicrî