Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa Kurdistana Rojava digel PDKÎ hat nîqaşkirin

21:13 - 3 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Şandeke Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdên Sûriyê serdana Deftera Nûneratiya PDKÎ ya di bajarê Hewlêrê de kir.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî 12`ê Xakelêweiya 1397`an, şandeke Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdên Sûriyê, bi serperestiya “Mehmûd Mihemed”, endamê serkirdayetî û nûnerê vê partiyê di Herêma Kurdistanê de, bi armanca pîrozbahîgotina kongireya 16`an a PDKÎ serdana nûnerayetiya PDKÎ di Hewlêrê de kir, û ji aliyê heyeta pêwendîdar a hizbê bi serperestiya “Mihemedsalih Qadirî” pêşwazî jê hate kirin.

Di vê civînê de derheqê pêşhatên vê dawiyê û guherînkariyên deverê û rewşa Kurdistana Rojavayê piştî dagîrkirina Efrînê û rewşa nebaş a jiyana Kurdan û avarebûna xelkekî zêde hate beh û gengeşe hate kirin, û bingeha piraniya wan pirsgirêkan nebûna hevdengiya partiyên Kurdistana Rojavayê hate zanîn.

Di beşeke din de, nûnerê hizbê ronahî xiste ser guherînkariyên vê dawiyê yên nav hizbê, û girîngîdan bi biyavên cuda-cuda yên xebatê di Kurdistana Rojhilat de.

Di dawiya vê civînê de, şanda Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdên Sûriyê dîtingeha xwe li ser geşbînbûna bi tevgera Kurd di Kurdistana Rojhilat de, di vê qunaxa nû a xebatê, ku bi navê Rasanê hatiye naskirin nîşan da, û ev guherînkariyên ku di kongireya 16`an a PDKÎ de hatine encamdan, girîng da zanîn, û piştevaniya xwe ji bo xebat û siyasetên neteweyî ên hizbê ragehand.