Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Milîtarîzekirina Rojhilat ji aliyê rejîma Îranê ve dom heye

21:33 - 3 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Spaha Pasdaran û Dezgeha bi navê Besîc a rejîma Îranê, binkeyên xwe di gund û bajarên Kurdistanê de zêde dike.

Li gora nûçeyên dawiyê ên di çend rojên derbazbûyî de, berpirsên rejîmê, yên bi nav nûnerên bajarên weke Seqiz û Bane yên ku di meclisa rejîmê de ne, herwisa fermanderê Sapaha Pasdaran a rejîmê di bajarê Seqizê de, digel rûniştiyên gundên weke: “Hermêdill, Mam Seyfedîn, Hacî Ebdul, Hengeçîn, Şîpaneco, Sêfetalle, Qamîşele û siyanezar”, girêdayî devera Serşîw a bajarê Seqizê de civîyabûn.

Di vê serdanê de, wan berprsên rejîmê ragehandine ku: Sapaha Pasdaran dixwaze ku, binkeyên zêde di gund û devera Serşîw de ava bike, û herwisa ji xelkê bi taybet ciwanan daxwaz kiriye da ku tevlî refên besîc bibin û alîkariya Sapaha Pasdaranê bikin.

Muhsin Bêglerî, di vê serdanê de, ji xelkê re gotiye ku ji bo pêşîgirtin ji hatinûçûna partiyên Kurdî, wan binkeyan ava dikin, û biryar wisaye ku ev ji aliyê xelkê deverê ve bên îdarekirin.

Rejîma Îranê her di yekem rojên desthilatê de di seranserê Îranê de bitaybet di Kurdistanê de, ji ber tirsa ji îradeya xelkê û parastina desthilata narewa û serkutkirina hizra azadîxwaziya gelên Îranê, binkeyên xwe rojbiroj zêde dike.

Cihê basê ye ku, di sê salên derbazbûyî ku Rasana Rojhilat hatiye ragehandin û şêweya xebata nû ku di Kurdistanê de dest pê kiriye, rejîm ji tirsa têkoşîn û xebata xelkên bajaran, û xebata pêşmerge di çiyayan de, binkeyên xwe zêde dike, ku ew jî nîşaneya tirs û xofa rejîmê ji xebata Çiya û Bajar e.