Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrat a Kurdistana Turkiyê piştevanî ji xebata xelkê Rojhilat kir

13:42 - 7 Nîsan 2018

 

Kurdistanmedia: Partiya Demokrat a Kurdistana Turkiyê (PDKT) digel PDKÎ civiya, û piştevanî û hevxemiya xwe ji xebata xelkê Kurdistana Rojhilat re nîşan da.

Roja Çarşemî 15`ê Xakelêweya 1397`an, şandeke Partiya Demokrat a Kurdistana Turkiyê, bi serperestiya “Mihemedemîn Kardaş” serokê wê partiyê, tevî sekreter û endamên wê partiyê, serdana Deftera Nûneratiya PDKÎ ya di bajarê Hewlêrê de kir, û ji aliyê “Hesen Şerefî” cihigirê lêpirsyarê giştî û heyeta PDKÎ ve pêşwazî ji wan hate kirin.

Şanda Partiya Demokrat a Kurdistana Turkiyê, tevî pîrozbahîgotina bi boneya lidarxistina kongireya 16.mîn a PDKÎ, û herwisa hevxemiya xwe ji ber kiryarên terorîstî yên rejîma Îranê yên li dijî têkoşerên Demokrat, û herwisa piştevanî û hevxemiya xwe ji bo xebata PDKÎ nîşan da.

Herwisa her du aliyan tevî guherîna zanyariyên pêwendîdar bi rewşa siyasî û xebata neteweyî a Kurd di Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê de, herwisa pêdagîrî kirin li ser hebûna pêwendiyên her du aliyan û hewkariya di navbera wan de, ji bo xizmetkirina doza neteweyî a Kurdistanê.