Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

11 qevdên gulan bo bîranîna 11 şehîdên sorxelat

16:44 - 7 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Têkoşerên Demokrat bona rêzgirtina ji yad û navê 11 şehîdên Demokart çalakî bi rê ve birin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedai”yê xortên Demokrat li bajarê Merîwanê li gundê Ewîheng bona rêzgirtina ji 12 şehîdên sorxelat ên gel, şehîdan Kawe Cewanmerd, Serkewt Semedî, Mêhdî Şêxî, Ekber Mînberî, Şaxewan Mînberî, Şoreş Mînberî, Efşar Sûrebûme, Sahêb Husênî, Hîwa Qurbanî, Ruhullah Heyderî û Berzan Husênî, 11 gulên şilêr wek emegdarî û dana qewl û soza domandina ria wan li ser axabaniyan danîbûn.

Sala 1395`an piştî ragehandina xebata nû ya PDKÎ desteyek ji qehremanên Demokrat ku bo erk û wezîfeya hizbî vegeriyabûne navxwe ya welat, li çiyayên Kosalan ketin boseya hêzên rejîma Îslamiya Îranê, û piştî çend rojan şerê qehremanane û afirandina hemaseyeke bê mînak, 11 pêşmergeyên PDKÎ tevlî karwana şehîdan bûn.