Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şîrîn Îbadî: Reform di rejîma Îranê de bê encam e

16:46 - 7 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Xelatwergêra Aştiyê a “Nobel”ê dibêje ku, ji bo xelkê Îranê rohn bûye ku nizama siyasî a Îranê reform tê de nayê kirin.

“Şîrîn Îbadî” di gotûbêja digel medyaya Întêrnêtî a “Bloomberge” de gotiye ku: Xelkê Îranê li pey “guherîna nizama siyasî” û “yasaya bingehî” a wî welatî, û danîna yasayeke bingehîn ya “secular” li gora carrnameya cîhanî ya mafê mirovan” in.

“Şîrîn Îbadî” çalakvana mafê mirovan, herwisa daye zanîn ku tu demî ser vê baweriyê nebûye ku, “Hesen Rohanî” referomxaz be, û herwisa navbirî îşare bi nerazîbûnên xelkê yên di meha Befranbara sala derbazbûyî a Îranê de kir, û derheqê nebûna rêberekê di nav nerazîbûnan de jî da zanîn ku, di rewta xebatê de rêber derdikevin, dema ku hilbijaritinên serbest û azad di Îranê de bên encamdan, wê demê wê rêber jî derkevin.

Di heyamên borî de jî, navbirî digel hejmarek ji çalakvanên siyasî û medenî yên Îranê di daxuyaniyekê de, daxwaza lidarxistina giştîpirsiyê di Îranê de û herwisa diyarîkirina curek ji hikûmetê ji bo wî welatî, û guherîna aştiyane a nizama siyasî ya Îranê kiribûn.

Ew wergêra xelata aştiyê ya “Nobel”ê di heyamên borî de, di gotûbêja digel “Euronews”ê de jî ragehandibû ku: Serkomarê rejîma Îranê berpirsyarê piraniya wan bûyeran e, ku di Îranê de diqewimin.