Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûberê gola Urmiyê kêmtir bûye

21:55 - 7 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Li gora raporên nû yên rejîma Îranê, rûber û kûrahiya gola Urmiyê dîsan kêm bûye.

Gola Urmiyê ku di dehikên 80`î de ber bi hişkbûnê ve çûye, li gora amarên navneteweyî heyanî niha nêzîkî ji sedî 80 hişk bûye, û li gora raporên nûçegihanên navxweyî yên rejîmê,dîsan asta kûrahî û rûberê vê kêm kiriye.

Roja Înê 17`ê Xakelêweyê, nûnçegihanên navxweyî yên rejîmê, raporek belav kirine ku tê de hatiye, asta gola Urmiyê li çav bilindahiya behrê gihîştiye 1270 metran, ku li çav sala derbazbûyî, 2 santîmetran û herwisa rûberê vê golê li çav sala derbazbûyî 23 Kîlometran kêm kiriye.

Ji aliyekî din ve, “Ferhad Serxweş” berpirsê nivîsîngeha parastin û vejiyandina gola Urmiyê, bas ji vê kiriye ku, di meha Rêbendana 1395`an- Rêbendana 1396`an, 256 kîlometra çargûşe ji rûberê vê golê kêm kiriye.

Zêdeyî 15 salan e ku berpirsên rejîma Îranê, diruşman didin ku hemû hewla xwe ji bo vejiyandina gola Urmiyê didin, û heyanî niha gellek piroje hatine pêşniyarkirin, lê mixabin hindek ji wan nivîşkan mane yan jî serkevtî nebûne, û pirojeyên din jî bi kiryar nehatine cîbicîkirin.

Rejîma Îranê ku bixwe bi pirojeyên nezanistî û îzindan bi lêdana bîrên avê di vê deverê de, û dirûstkirina rê di nîveka vê golê de, sebebkarê serekî yê hişikbûna gola Urmiyê ye, herwisa bi siyasetên faşîstî û jinavbirina xwaza û jingeha Kurdistanê jî, bizanebûn hewlên bandordar û pozetîv ji bo vejiyandina vê golê nade.