Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dolar xala lawaz ya rejîma Îranê ye

14:42 - 8 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Cihgirê serokê odeya bazerganiya di navbera Îran û Çînê de ragehand ku li gora pêvajoya niha ya bazar, em nizanin gelo Dolar wê bibe 4 hezar, yan jî berevajî wê bigihîje 7 hezar Tûmenî.

Herîrî Cihgirê serokê odeya bazerganiya di navbera Îran û Çînê ragehand ku wan ne zanyariyên tewaw hene li ser vê rewşê, û ne jî pêvajoyeke mentiqî û dirust heye, lewra pêşbîniya rewşa Dolar gellek îza û zehmet e, bi taybetî ku niha berpirsê siyaseta bankî ya welat jî tu zanyariyan belav nake.

Ew endamê odeya bazerganî radigehîne ku necîgiriya nirxa Dolar vedigere ser nezelalaiya di sîstema bankî ya welat de.

Navbirî got ku hewce ye berpirsên welat bi awayekî rast û zelal digel xelkê xwe bas ji zext û givaşa derekî bo ser xwe bikin, da ku rewşa bazarê û nirxa Dolar bi vî rengî tevlîhev nebe.

Herîrî derheq nerehetiya serkomar jî got: Wextekê berdevkê dewletê digot ku Dolar bûye 4100 Tûmen, û vê yekê hisabî serkomar perîşe kiriye, gelo tu bêjî niha ku Dolar ew qas girantir bûye, serkomarê me di çi halekê de be.

Derheq egera derketina Amerîkayê ji Bercamê jî navbirî got: Hekî Amerîka ji Bercamê vekêşe, bêguman ew yek wê bandora xwe li ser bazara pere danê, ji ber ku nezelaliyek di sîstema bankî de heye, û dewletên derveyî jî xala me ya lawaz dîtine, lewra ew êrîşa leşkerî nakin, belku wê hewl bidin rewşa aboriya me têk bidin, da ku bikarin bigihîjin armancên xwe.