Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirên bêpîlot yên rejîma Îranê di esmanê sînorî yên Kuristanê de difirin

21:47 - 8 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Navendên Ewlehî û leşkerî yên rejîma Îranê li Kurdistanê, rewşeke tund ya emniyetî û leşkerî di bajarên Kurdistana Rojhilat de pêk anîne, û li ser milîtarîzekirin rewşa bajarên Kurdistanê berdewam in.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, balafirên bêpîlot yên Sapaha Pasdaran a rejîma Îslamî a Îranê, di bajarên Kurdistana Rojhilat de, bi taybet li ser sînorên “Kêleşînê” difrin, û zanyariyan kom dikin.

Pêvajoya milîtarîzekirina deverên sînorî yên Kurdistana Rojhilat, bi rengekê berdewam ji aliyê Sapaha Pasdaran a rejîmê ve dom heye, û herwisa berpirsên sapaha vê rejîmê berdewam bas ji daxistina sînoran dikin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, di vê derbarê wiha dibêje: “Ev balafirên bêpîlot yên Sapaha terorîstî a Pasdaranê di deverên sînorî yên “Kêleşîn” û “Qendîlê” de difirin û armanca wan jî, komkirina zanyaryan derheqê çalakiyên hêzên pêşmerge di navxwe ya welat de ne.

Di çend mehên derbazbûyî de, pêvajoya mêlîtarîzekirina Kurdistana Rojhilat, bi rengên curbcur ji aliyê navendên ewlehî û leşkerî yên rejîmê ve hatine encamdan, û herwisa hereketên xelkê di Kurdistanê de û bitaybet di deverên sînorî de zêdetir têne çavdêrîkirin.

Piştî cihgîrbûna hêzên pêşmergên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di çiyayên Kurdistana Rojhilat de, rejîm bi awayê berdewam dever û bajarên sînorî milîtarîze dike.