Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xamineyî: Hêza me zêde bûye, lewra em rastî êrîşan tên

15:41 - 9 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Rêberê rejîma Îranê Xamineyî serbarê rewşa herî dijwar ku tê de dijî, ragehand ku hêza deshilatdariya me ya Îslamî roj bi rojê zêde dibe.

Rêberê rejîma Îranê roja Yekşemiyê di nava koma hejmarek ji fermandarên payebilind ên hêzên çekdar de axivî û ragehand: Sedema êrîşên zêde û berdewam ên niha li dijî deshilatdariya Îslamî, bihêzbûna roj bi rojê zêde ya me ye.

Ew gotinên Xamineyî derheq bihêzbûna rejîmê du mehan piştî meşên meha Befranbarê ne, ku di nava zêdetir ji sed bajarên welat de rabûneke giştî li dijî rejîmê çêbû, û aliyê kêm 25 kes ji aliyên hêzên serkutker ên rejîmê ve hatin kuştin.

Diruşmên meşvanan di destpêkê de li dijî xirabiya rewşa aborî bû, lê piştre bilez diruşm hatin guherîn, û xelkê Xamineyî kirin armanc û nerazîbûna xwe ji siyasetên navxweyî û derekî ên rejîmê nîşan dan, û daxwaza vêdeçûna rêberê rejîmê kirin.

Rêberê rejîmê di peyama newrozî ya xwe de, wekî bûyereke tall bas ji rabûna giştî ya xelkê Îranê kir.

Ji aliyekî din ve her di roja axavtina Xamineyî de, nirxa Dolar di bazara azad ya Îranê de bi awayekî ecêb bilind bû, û di dema çend demjimêran de, zêdetir ji 500 Tûmenî zêde kir.

Piştre Hisamedîn Aşna şêvirmendê serkomariyê ew zêdebûna ji nişkêve, wekî pêkanîna rewşeke aloz li dijî dewletê bi nav kir.

Baskirina ji bihêzbûna rejîmê ji aliyê Xamineyî ve, di demekê de ye, ku serbarê vê ku gellek ji çalakên siyasî di navxwe ya welat de, hişdarî dane rayedaran, ku hekî nekarin bilez vê rewşa xirab ya aborî û siyasî kuntrol bikin, wê rastî rewşeke çaverênekirî bên, di heman demê de Amerîka jî gefa vekişiyana ji Bercamê dike.

Li gora gotina çavdêrên siyasî vekişiyana ji Bercamê û sepandina dorpêçên nû ên aborî bi ser ejîmê de, wê rejîmê hisabî bixe tenaviyê de, û di encam de, xelk zêdetir ji meha Befranbarê jî, wê rastî bêkarî û giranî û destengiyê bên.

Çêbûna rewşeke weha dikare cardin bibe sedema daketina xelkê bo ser kolan û şeqaman li dijî rejîmê, ku li gora gotina çavdêran kuntrolkirina xelkê êdî gellek zehmet dibe.