Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê biryarnameyek derheqê êrîşên Esed ji Civata Ewlehiyê re pêşniyar kir

21:24 - 10 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Amerîkayê di civîna Civata Ewlehiyê ya YN de, daxwaz kir da ku biryarnameya pêşniyakrî ya ji aliyê “Washington”ê, ya derheqê êrîşên kîmyayî yên Sûriyê bo ser sivîlan bixin ber dengdanê.

“Nikki Haley” nûnera Amerîkayê ya di saziya NY de, di civîna roja Duşemî 10`ê Nîsana 2018`an ya Civata Ewlehiyê ya NY de, rejîma Îran û Rûsiyê bi piştevanîkirin û dana çekan ji Beşar Esed re tohmetbar kir, û herwisa navbirî got ku, em nabe rola Îran û Rûsiyayê di bihêzkirina Hikûmeta “Beşar Esed” de, ji bo komkujî û vêrankariyê nebînin.

Navbirî herwisa got ku, tu dewleteke xwedî şaristanyet digel hikûmeta qetilkirinê de hevkariyê nake.

Her di vê pêwendiyê de, “Donald Trump” serkomarê Amerîkayê derheqê êrîşên kîmyayî yên heyamên borî yên di Sûriyê de got ku, Hikûmeta “Beşar Esed” wê nirxên giran bide, û wê hemû çalakiyên leşkerî yên Sûriyê bên lêkolînkirin, û biryarên girîng wê bên dan.

Herwisa serkomarê Amerîkayê di “twitter” a xwe de nivîsiye ku, serkomar “Putin”, Rûsiya û Îranê berpirsyarê piştevanîkirin ji Esedê heywan in, û wê nirxên giran jî di vê derheqê de bidin.

Hêjayê basê ye ku di heyamên şerê navxweyî yê Sûriyê de, ev cara duyem e ku devera Domayê rastî êrîşên kîmayî yên Esed tê, û yekem car di sala 2013`an de hatibû kîmyabarankirin.