Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsiyê dîsan xelkê sivîl kire goriyê berjewendiyên xwe

15:56 - 11 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Rûsiyê duh biryarnameya pêşniyarî ya Amerîkayê derheq pirsa bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê Sûriyê ve veto kir.

Dozdeh endamên Konseya Ewlekariya NY dengê “erê” dane vê biryarnameyê, û tenê Rûsiye û Bolîwiyê dijberiya wê kirin. Çînê dengê “bêalî” da vê biryarnamê. Vê biryarnamê hewcehî bi neh dengan hebû, û tu yek ji endamên hertimî ên Konseya Ewlekariyê jî nediba ew veto kiriban.

Piştî vê ku Rûsiyê pêşnivîsa pêşniyarî ya xwe derheqê êrîşa kîmyayî xiste ber bas, vê pêşnivîsê jî nekarî dengên tewaw bi dest bîne.

Tenê pênc welatan deng dane pêşnivîsa Rûsiyê, û çar welatan dijberî kirin, û şeş welatan jî dengê “bêalî” danê.

Tîmên hawarhatinê ragehandin ku di êrîşa kîmyayî ya roja Şemiyê di Domayê de, aliyê kêm 60 kes, di nav de jin û zarok hatin kuştin. Zêdetir ji hezar kesî jî di vê êrîşa kîmyayî de birîndar bûn.

Tê gotin ku Amerîka digel welatên rojavayî ên hevalbend, xwe berhev dikin da ku êrîşeke leşkerî bikin ser Sûriyê.

“Nikki Haley” balyoza Amerîkayê ragehand ku di dîrokê de, wê bihê nivîsandin ku di rojeke weha de Rûsiyê biryar da bedela xelkê Sûriyê, ji dirindeyeke wekî Beşar Esaed piştevaniyê bike.

Li gora raporan eva cara 12.emîn e ku Rûsiye biryarnameyên girêdayî şerê Sûriyê veto dike.

Trump ragehandiye ku me gellek vebijêrkên leşker ber dest de hene, ku em dikarin li dijî Sûriyê bi kar bînin.

Karnasên karûbarê leşkerî ser vê baweriyê ne ku bi gellek sedeman, cara yekem êrîşa leşkerî bi armanca rûxandina deshilata Beşar Esed nabe, belku ew êrîşa giran wê bo ser navendên leşkerî û nuklerî be, da ku Sûriyê ew qas lawaz bikin ku nekare cardin çekên kîmyayî bi kar bîne, û carê armanca Amerîkayê hiloşandina deshilata Sûriyê nabe.

Her di vê derheqê de Saziya balafiran û ewlehiya firînên Ewropayê jî li derbarê esmanê derdora Sûriyê di 72 demjimêrên bê de hişdarî daye.

Li gora daxuyaniya vê saziyê renge êrîş bi mûşekên kiroz dest pê bikin, û kêşe jî di sîstema muxabiratî û radyoyî de pêk bê.
Hêjayî basê ye ku gellek çekdarên rejîma Îranê jî di bin navên curbicur de li Sûriyê ne, û tê gotin ku Amerîka wê êrîşî ser binkeyên wan hêza jî bike, bona kurtkirina destê Îranê ji herêmê, ku ew yek daxwaza Îsraîlê ye jî.

Îran û Rûsiye ji piştevanên sereke ên Beşar Esed in û ew in ku heta niha karîne rejîma Beşar Esed ji rûxanê biparêzin.