Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şehîd wateyê didin jiyanê

20:46 - 11 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Bi boneya roja “Şehîdên Kurdistanê” çalakiyeke taybet, di cihê destanrêsiya Kosalanê de hate encamdan.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê,roja Sêşemî 21`ê Xakelêweya 1397`an, ciwanên Demokrat bi boneya 10`ê Xakelêweyê, roja “Şehîdên Kurdistanê”, di cihê destanrêsiya “Kosalanê” de, çalakiyên taybet bi vê rojê lidar xistin.

Qehremanên Demokrat di vê çalakiyê de, cihê şehîdên Kosalanê bi “gul” û nivîsîna “Rasan”ê xemilandibûn, û peymana emegnasiyê ji rêbaza şehîdan re nû kirin.

Di vê pêwendiyê de dirêjîderên riya şehîdên Kurdistanê, di gundê “Ewêheng”ê ji bo rêzgirtin ji 11 şehîdên sorxelat yên gel, şehîdên bi navên “Kawe Cewanmerd”, “Serkevt Semedî”, “Mêhdî Şêyxî”, “Ekber Mênberî”, “Şaxewan Mênberî”, “Şoriş Mênberî”, “Efşar Sûrebûme”, “Sahib Husêynî”, “Hîwa Qurbanî”, “Rohillah Hêyderî” û “Barzan Husêynî”, 11 gulên Şilêrê bi remza emegnasî û sozdan ji rêbaza wan re, li ser cemedaniyê (Camaneyê) danîbûn.

Di sala 1395`an de, piştî ragehandina xebata nû a PDKÎ, desteyek 11 kesî ji pêşmergên qehreman yên PDKÎ ku ji bo encamdana erkên hizbî, çûbûne navxweyî welat, mixabin di çiyayên Kosalanê de rastî kemîna (boseya) hêzên rejîma Îsalmî a Îranê hatibûn, û piştî çend rojan şerê qehremanane û afirandina destanrêsiyeke bê mînak, tevlî refên karwana şehîdan bibûn.