Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêborîna Navneteweyî: Îran duyem welat e di biyavê îdaman de

15:25 - 12 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Lêborîna Navneteweyî rapora xwe ya salane derbarê îdaman de belav kir, û Îran wekî duyem welat di warê serjimêriya zêde ya îdaman de, da nasandin.

Di vê raporê de hatiye ku 142 welatan cezaya îdamê ji nav yasayên xwe rakirine, lê di sala borî de 23 welatan cezaya îdamê di welatên xwe de cîbicî kirine.

Li ser bingeha rapora Saziya Lêborîna Navneetweyî di sala borî de aliyê kêm 507 kes di Îranê de hatine îdamkirin, ku zêdetir ji nîva wan îdaman e ku di asta cîhan de hatine cîbicîkirin. Ew rêje li gora sala 2016`an %11 kêm kiriye, lê li çav welatên din heta niha jî ji hemiyan zêdetir e.

Piştî Îranê, Erebistan bi 146 îdaman û Îraq û Pakistan bi 125 û 60 îdaman di sala 2017`an de zêdetirîn hejmara îdaman bûye.