Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mekarim Şîrazî daxwaza îdama dellalên Dolaran dike

15:44 - 12 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Rojekê piştî ragehandina siyaseta “teknirxîbûna dirav” di Îranê de, Mekarim Şîrazî yek ji lêvegerên mesebî ên Qumê, daxwaza îdama çend muhreyên serekî ên girankirina kirîn û firotina Dolaran kir.

Li gora nûçegihaniyan, Mekarim Şîrazî di dema dersdayînê de, ew daxwaz kiriye, û serokê polîsê Tehranê jî bas ji destbiserkirina bi gotina xwe 12 têkderên bazara dirav û polompkirina 16 serafiyên neyasayî kiriye.

Navbirî di pola dersa xwe de ragehandiye: Hekî em pêşdestiyê nekin, piştre em dibe nirxeke giran bidin, û yek ji van kar û kiryarên micid ew e, ku dibe çend muhreyên serekî ên dellalîkirina pere bêne îdamkirin. Jiber ku ew kes dixwazin ku ji vê riyê ve welat tevlîhev bikin. Dibe ew kes wekî miharib û mufsid bêne naskirin, û li gora yasayên Îslamî bêne îdamkirin, da ku hisab bikeve destên kesên din de.

Lêkolerê aborî Fereydûn Xawend di vê derheqê de ragehandiye, ku cîgirkirina nirxa Dolar bi biryareke bilez, û bi kiryareke hêzên ewlekariyê cîbicî nabe.

Piştî daketina nirxa Qiran li hemberî pereyên curbicur û gihîştina her Dolarên Amerîkayê bi şeş hezar Tûmenî dewleta Rûhanî ragehand ku ji niha şûnda her Dolarek 4200 Tûmenî ye, û herwisa kesên ku 10 hezar “Euro” li cem hebe, ewê wekî tawanbar bêne naskirin.

Çend rojan berî niha cihgirê serokê odeya bazerganiya rejîmê ragehand ku wan ne zanyariyên tewaw hene li ser vê rewşê, û ne jî pêvajoyeke mentiqî û dirust heye, lewra pêşbîniya rewşa Dolar gellek îza û zehmet e, bi taybetî ku niha berpirsê siyaseta bankî ya welat jî tu zanyariyan belav nake.

Derheq egera derketina Amerîkayê ji Bercamê jî navbirî gotibû: Hekî Amerîka ji Bercamê vekêşe, bêguman ew yek wê bandora xwe li ser bazara pere danê, ji ber ku nezelaliyek di sîstema bankî de heye, û dewletên derveyî jî xala me ya lawaz -wate giranbûna Dolar- dîtine, lewra ew êrîşa leşkerî nakin, belku wê hewl bidin rewşa aboriya me têk bidin, da ku bikarin bigihîjin armancên xwe.