Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meşên nerazîbûnên di destpêka sala nû di Îranê de

16:22 - 12 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Di destpêka sala nû de, şîpeleke nerazîbûnan li nav texên curbicur yên civakê, di seranserê Îranê de dest pê kiriye.

Di piraniya bajarên Îranê de, kedkar, karmend û cotkar di destpêka sala 1397`an de, bi bi girevgirtinê, û xwenîşandanan, ji ber wernegirtina heqdestên çendîn mehan, û pirsgirêkên aborî û herwiha nîşandana nerazîbûnan ji ber daxistina Karxaneyên pîşeyî û betalbûna hezaran kesî, û herwisa pirsgirêka kêm aviyê ji bo cotyaran, şîpeleke nû a nerazîbûnan di seranserê Îranê de dest pê kirine, ku heya niha jî dom heye.

Ev tex û çînên ku dest avêtine girevê, û xwenîşandanan, nerazîbûna xwe ji ber xemsariyên berpirsên rejîmê, û xemsariya wan berpirsan ji jiyan û dahata xelkê bûye.

Herwisa bera serekî a nerazîbûnan ber bi rejîma Îranê ne, û daxwaza çareseriya pirsgirêkên xwe dikin.

Kedkarên derxistî yên bajarê Ehwazê, Kedkarên agir vemirandinê yên Petrolê û gaza Eseloyê, Kedkarên Karxaneya Rûnê Nebatî ê Xunçe, û Kedkarên şaredariya Hemîdiyê a bajarê Mazenderanê, Kedkarên Mitalojî a Pûdra Qezwînê, Nesaciya Xamênê ya di parêzgeha Azerbaycana Rojhilat de, Karxaneya Pirofîl a Sawê, û…hwd berdewam nerazîbûna xwe nîşan dane û didin.

Kedkarên Karxaneya Polad a Urmiyê, ku di sala 1396`an de, derheqê wernegirtina heqdestên çend mehên xwe nerazîbûna xwe nîşan dabûn, piştî bidawîhatina rojên bêhnvedana Newrozê dîsan li pêşberî parêzgariya Urmriyê kom bûn, û bi nerazîbûnên xwe domandin.

Herwisa kasibkarên bajarên sînorî yên weke Seqiz, Bane, Merîwan û Ciwanroyê, ji ber daxistina sînoran, bi daxistina dukanên xwe dest bi girevê kirin.

Herwisa di parêzgeha Kirmaşanê de jî,terşdarên bajarê Serpola Zehawê, ku bi sebeba erdhejê beşek zêde ji terşên wan jinav çûbûn, û rejîmê jî soz dabû ku xesarê bide wan, lê rejîmê piştî derbazbûna zêdeyî 5 mehan bi ser erdhejê, heyanî niha jî xesara terşên jinavçûyî nedaye, û kesên terşdar jî dest bi xwenîşandanên nerazbûnên kirine.

Hêjayî basê ye ku, ew xwenîşandanên pîşeyî, û ên sertaserî, bi awayê giştî li hemberî siyasetên rejîma Îranê de ne.

Mînaka herî girîng xwenîşandanên bajarê Ehwazê ne, ku bi armanca berevanîkirin ji mafên neteweyî, ew meş bi rê ve birin.