Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li ser laşê birîndarên bajarê Domayê, şûnwarên jehra kîmyayî hatine dîtin

22:12 - 12 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Saziya Tendirustiyê ya cîhanê ragehandiye ku, piştî lêkolînên derheqê birîndarên bajarê Domayê ya Sûriyê de, li ser laşê 500 ji wan kesên birîndarbûyî, şûnwarên jehra kîmyay dîtine.

Saziya Tendirustiyê ya Cîhanî, roja Çarşemî 22`ê Xakelêweyê ragehandiye ku: 500 kesên birîndar bi sedema bandora êrîşa kîmyayî a Spaha Pasdaran a rejîma Îranê û Beşar Esed, bo ser bajarê Domayê, li bin çavdêriya pizîşîkî de ne.

Roja Şemiyê êrîşeke kîmyayî ji aliyê arteşa Beşar Esed û hevalbendên wî ve, li dijî bajarê Domayê ji bo derkirina hêzên dijberên Beşar Esed hatibû encamdan.

Saziya Tendirustiyê ya Cîhanî tevî şermezarkirina vê êrîşê, eşkere jî kiriye ku, 500 kes ji birîndarên wî bajarî bi sedema hilmijîna gaza kîmyayî birîdar bûne.

Dunald Trump serkomarê Amerîkayê û Hevalbendên vî, piştî vê êrîşa kîmyayî û brîndar û kuştina xelkê bê tawan yên Sûriyê, mijûlî xwerêkxistin û xweamadekirin ji bo êrîşkirina li ser Sûriyê û cezadana Beşar Esed in.

Di demên derbazbûyî de jî Firansayê Beşar Esed haydar kiribû ku, hekî di êrîşên xwe yên li dijî dijberê xwe de çekên kîmyayî bi kar bîne, wê ew rasterast êrîşa leşkerî bikin ser Sûriyê.