Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewreya 229 ya pêşmerge bi davî hat

15:06 - 14 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Desteyek din ji keç û xortên şoreşvan yên Kurdistana Rojhilatê, piştî derbazkirina dewrrya destpêkî a pêşmerge di çiyayên Kurdistanê de, kincên pîroz yên pêşmerge lixwe kirin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, di çiyayên Kurdistan de ragehand ku: Roja Pêncşemî, 23`ê Xakelêweya 1397`an, dewrea 229 ya destpêkî a pêşmerge di çiyayên Kurdistan de birêve çû, û di vê rêûresma taybet de, desteyek ji ciwanên şoreşger yên Kurdistana Rojhilat tevlî refên hêzên pêşmerge bûn, û çeka beravîkirin ji ax û şerefê li milê xwe kirin.

Ev rêûresma bi xwendina sirûda neteweyî a “Ey Reqîb”, û bêdengî ji bo rêzgirtin ji riha pak a şehîdên Kurdistan destpêkir.

Piştre” Seyîd Ezîz Nîkcûyan” yek ji fermanderên leşkerî yên PDKÎ, bi boneya davîhatina dewreya destpêkî ya 229 ya pêşmerge axaftinek pêşkeş kir.

Nîkcûyan di axavtina xwe de, bas ji vê kir ku, di qada têkoşîn û xebatê de, hewce ye hemû hevbîr an û hevçeper, bi rengekî dilsozane piştevanê hevdu bin ji bo pêgehandin û haydar kirina yektir, û herwisa cehdê bikin daku roj bi rojê zêdetir îrade û îmana pêşmerge û endamên hizbê ji bo domandina xebatê qahîmtir bikin.

Pêşkeşkirina sirûdek şoreşvanî li jêr navê “Hemûmam Raperîwîn” ji aliyê beşdarên dewreya 229 ve rêûresm xemiland.

Piştre helbestek li jêr navê “Şengesewar”, ji aliyê mamosta “Şerîf Felah” ve hate xwend in.

Di beşeke din de, rapora perwerdkirina dewreyê ji aliyê “Hîwa Mîrzayî” yek ji mamostayên perwerdê ve hate pêşkeşkirinku kar û çalakiyên dewreyê ji xwe girtibû.

Di rêzbenda merasîmê de sirûda bi navê “Gel, xebatê dikin” ji aliyê beşdarên dewreyê ve cih girtibû ku bala beşdaran kişand.

Herwisa di beşeke din a vê rêûresmê de, peyama dewreya 229 ya destpêkî ya pêşmerge, ji aliyê “Kurdyar Kerîmî”, yek ji pêşmergên beşdar ên vê li vê devreyê de hate xwend in.

Herwisa di dawiya vê rêûresmê de, helbestek ji aliyê “Ferşîd Îslamî” ve hate xwend in ku ji nivîsîna “Dr.Awat Saroc”bû.

Piştre du stranên şoreşvanî ji aliyê beşdarên dewreyê ve pêşkêşî beşdaran hatin kirin.

Herwusa ev rêûresm bi nimayêşên taybet ên leşkirî û çend stran din ve ji aliyê beşdarên dewreyê ve hatibû xemlandin û davî pê hat.