Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endam û alîgirên PDKÎ çalakiyên teblîxî lidarxistin

21:07 - 14 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Têkoşer û xebatkarên Demokrat di navxweyî welat de, ji bo piştevanîkirin ji PDKÎ û Rasana Rojhilat çalakiyên teblîxî encamdan.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ bi armanca piştevanî û nûkirina peymana xwe digel PDKÎ û xebata rewa a gelê me çalakiyên teblîxî birêve birin.

Qehremanên Demokrat di seyrangeha “Xerpap” a bajarê Pîranşarê, alayeke mezin a Kurdistan li ser qewreke mezin nêzîkî awrêja mezin a “Xerpap” xemlandibûn ku, bala wan kesên ku ji bo geştûguzarê ber bi wir ve çûbûn ji bo aliyê xwe dikêşan.

Herwisa di bajarê Kirmaşanê de jî, ciwanên Demokrat bi nivîsîna siloganên taybet li ser dîwarên wî bajarî piştevaniya dûbare ya xwe ji bo xebat a nû a Rojhilat û Partiya Demokrat nîşan dan.