Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dunald Trump soza xwe bi cih anî

22:32 - 14 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Piştî çend rojan nîqaş di navbera alîgir û dijberên êrîşkirina ser rejîma Esed ji aliyê Amerîkayê ve, di şeva derbazbûyî de Amerîkayê digel hevalbendên xwe ev soza xwe bi cih anîn.

Serkomarê Amerîkayê û hevalbendan di axavtineke telefonî de bi awayê zindî tevî hişdarîdan bi Îran û Rûsiyayê, ji bo davîanîn bi piştevanîkirina ji Esed re ragehand ku: Me bi hevahengiya digel welatên Firansa û Birîtanyayê biryara êrîşkirina bo ser navendên lêkolîn û cebilxaneyên kîmyayî yên hêzên Sûriyê da.

Navbirî ragehand ku: Demekî berî niha min ferman ji hêzên esmanî yên Amerîkayê re da ku di operesyûneyeke leşkerî de, navendên pêwendîdar yên çekên kîmyayî yên Beşar Esed ê dîktatorê Sûriyê bikin armanc.

Derheqê vê operasyûnê de, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ragehand ku: Di vê operasyûna hevpar de, avaker, navendên lêkolîn û zanistî yên Demişqê ku wir li ser çekên kîmyayî lêkolîn dihatin encamdan û herwuha avakerên leşkerî û cihên xwedîkirina çekên kîmyayî yên rejîma Sûriyê, di bajarê “Homs”ê de êrîş hat kirin.

Derheqê berdewambûna êrîşên bi vî rengî de, “James N. Mattis” Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê ragehand ku: Hekî Esed dest ji wan êrîşên xwe ber nede, û berdewambe di komkûjiya xelkên sivîl ji riya çekên kîmyayî ve, wê em jî di êrîşên xwe bo ser hêzên Esed de berdewam bin.

Hindek çavkaniyên medyayî yên din jî bas ji vê dikin ku di vê êrîşa berifireh de, binkeyên leşkerî yên Hizbullah di çar bajarên weke” Hema”, “Homis”, “Suyda” û Demîşqê de, û herwuha binkeyên leşkerî yên grêdayî Îranê yên derdora bajarê Demîşqê de jî êrîşî ser hate kirin.

Weke yekem dijberê vê operasyûnê jî, balyozê Rûsiyayê di saziya NY de ragehandiye ku: Guh ji hişdariyê me nehate danê, careke din jî gef ji me tê kirin, me hişdarî daye ku encamên bi vî rengî bê bersiv namînin; Hemû berpirsayetiya wê dikeve stûyê Washington, Paris û London ê.

Hewceyî basê ye ku, serokê “NATO”yê, û herwuha Serokwezrê Kanadayê jî, piştevaniya xwe ji bo vê êrîşê nîşan dane.