Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê derheq cezaya Îdamê ji bo Ramîn Husênpenahî

22:36 - 14 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Rojhilat, di daxuyaniyekê de daxwaz ji hemû kom û sazî û navendên mirovdost ên cîhanî kir ku bi hawara malbata Ramîn Husênpenahî û gaziya çalakên mafên mirov û hêzên siyasî ên Kurdistana Rojhilatê de bên.

Deqa daxuyaniyê bi vî rengî ye:

Rê nedin ku rejîma Îranê canê girtiyekî din yê siyasî bistîne!


Hefteya derbasbûyî, “Dîwana Bilind” a dewleta Îranê, hukmê narewa û nedadperwerane ya îdama girtiyê siyasî yê Kurd yê bi navê “Ramîn Husênpenahî” pejirand.

Cezaya lidarvekirinê ji bo ”Ramîn Husênpenahî”, yekem car li roja Pêncşemî, 25`ê januwêrî a 2018`an ji aliyê bi nav dadgeha “Şoreş” ya bajarê Sine ve no ser vî girtiyî siyasî yê Kurd hate sepandin.

Hukmê han di demekê de hatiye sepand in ku navhatî hemû qonaxên lêkolînê ên dosyeya xwe di rewşa birîndarî û li jêr îşkence û azardayînan de borandibû. Ew bi nav dadgeha ku bi armanca dadgehîkirina wî jî hatibû lidar xistin, tênê yek carî carî civiyabû!

Her wê demê jî derkirina hukmê nerewa yê îdamê jib o Ramîn Husênpenahî jî bûye sedema heyrîmana parêzerê wî (Husên Ehmedîniyaz) û hemû navend û çalakên berevanîker ji dadperwerî û mafê mirov di Kurdistan û Îranê de.

Pejrandina hukmê darvekirina wî girtiyê siyasî yê Kurd ji aliyê “Dîwana Bilind” a rejîma Îranê ve eyankerê vê rastiyê ye ku rejîma Komara Îslamî a Îranê piştî xurtbûn û birêveçûna meşên nerazîbûnê di seranserê Îranê de, ji bona çavtirsandina xelkê bêzar her wek wê ku dest ji kuştin û îşkencekirina xwenîşanderan neparastiye, dixwaze ji îdam û daliqandina girtiyên siyasî jî xwe neparêze.

Em ji hemû Navend û civatên navneteweyî daxwaz dikin ku, bi hevara malbata “Ramîn Husênpenahî” û çalakvanên mafê mirovan û hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê de werin. Daxwaza bilez ji wan dikin ku bi şermezarkirina cezaya îdamê bo “Ramîn Husênpenahî”, û herwisa givaş xistine ser rejîma Îranê di vê derheqê, pêşiya îdamkirina wî ciwanê Kurd yê welatparêz bigrin.

Li heman demê de em li bendê ne ku bala xwe bidne çarenivîsa wan girtiyan ku piştî xwenîşandan û nerazîbûnên çend mehên borî ji aliyê dezgehên tepeserkar ên rejîma Îslamî ya Îranê di Kurdistan, Xûzistan û Tehran û bajarên din ên Îranê de hatine girtin ûtevî metirsiya mirinê li jêr azar û îşkenceyên hovane û çarenivîsek nediyar de berbirû ne.

Li vê derheqê de em spasiya hemû saziyên sivîl, parêzerên bivêr, çalakvanên mafên mirovan û medyakarên azadîxwaz li hundur û derveyî welat de dikin ku li dor çarenivîsa Ramîn Husênpenahî û girtiyên din ên siyasî û medenî ên din di girtîgehên Komara Îslamî de bewestiyan kar û xebatê dikin.

Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê
24`ê Xakelêweya 1397`an
13`ê Nîsana 2018`an