Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navendek mîlîşên ser bi rejîma terorîstî ya Îranê di Sûriyê de hat teqandin

22:26 - 15 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Teqîneke bihêz di yek ji binkeyên girêdayî milîşên rejîma terorîstî a Îranê di bajarê Helebê de çê bû.

Nûçegihaniyên Sûriyê eşkere kirine ku, teqîneke bihêz di yek ji binkeyên leşkerî yên Esed di Başûrê Sûriyê de çêbûye ku hejmareke zêde ji milîşên girêdayî rejîma Îranê di wir cihgîr bibûn.

Ev teqîna di binkeya leşkerî a “Cebel Ezan” di Başûrê bajarê Helebê de ku li jêr kuntrola rejîma Esed de ye çê bûye; Lê heyanî niha derheqê zirarên malî û zirarên canî yên hêzên grêdayî rejîma Îranê tu zanyariyek belav nebû ne.

Ev teqîna piştî wê çê bûye ku di roja derbazbûyî de Amerîka û hevalbendên xwe Firansa û Birîtaniyayê êrîşa leşkerî bo ser rejîma Esed encam dabûn û binke û navendên leşkerî yên vê rejîmê bombebaran kiribûn.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê jî tevî pejirandina vê nûçeyê, belav kiriye ku ew cihê ku teqîn têde qewimiye, hêzên Sipaha Pasdaran a rejîma Îran, Hizbullah û hêzên Fatimimiyûn têde bûne.

“Ramî Ebdulrehman” birêve berê yê saziya Mafê Mirovan a Sûriyê, di gotûbêja digel kanala “El-Erebiye” de bas ji vê kiriye ku, wê teqînê zirarên canî jî lipey xwe aniye.

Her di vê derheqê de, rojnameya “Urşelîm Post”ê (The Jerusalem Post) jî belav kiriye ku, balafireke artêşa Îsra`îlê ew binkeya rejîma Îranê bombebaran kiriye.

Di destpêka şerê Sûriyê de, rejîma Îslamî a Îranê, hejmareke zêde ji pasdar û şêvirmendên leşkerî yên xwe ji bo piştevanîkirin ji rejîma Beşar Esed di wî welatî de cihgîr kiribûn, û heyanî vê demê jî bi dehna milîş û pasdarên terorîst yên girêdayî rejîma Îranê di şer û aloziyên Sûriyê de hatine kuştin.