Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke Komela Zehmetkêşan a Kurdistanê, serdana PDKÎ kir

14:45 - 19 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Şandeke Komela Zehmetkêşan a Kurdistanê, bi serperestiya “Riza Ke`ibî” serdana PDKÎ kir.

Roja Yekşemî 28`ê Xakelêweyê, şandeke Komela Zehmetkêşan a Kurdistanê, bi serperestiya “Riza Ke`ibî” cihgirê sekreterê giştî yê Komela Zehmetkêşan a Kurdistanê, serdanî PDKÎ kir, û ji aliyê heyeteke PDKÎ bi serperestiya “Mistefa Hicrî”, lêpirsyarê giştî yê PDKÎ û hejmarek ji endamên rêberiyê ve pêşwazî jê hate kirin.

Di destpêkê de, “Riza Ke`ibî” tevî pîrozbahîgotin ji ber tewawbûna kongireya16.`mîn a PDKÎ ya naskirî bi “Kongireya Rasana Rojhilat” û hilbijartina lêpirsyarê giştî yê hizbê, herwisa hewcehiya zêdetir li yek nêzîkbûna partiyên siyasî yên Kurdistanê girîng da zanîn.

Piştre “Mistefa Hicrî” tevî spas ji ber pîrozbahî gotina navbirî, herwisa derheqê bihêztirkirina Navenda Hevkariyê, û yekbûn û yekdengiya hêzên siyasî yên Rojhilat û rewşa nebaş a rejîmê, herwisa dîtingeha PDKÎ jî anî ber bas.

Her di vê civînê de, derheqê rewşa Kurd di parçên din yên Kurdistan de, û herwisa pirsgirêkên pêşiya doza Kurd, guherîna bîr û boçûnan kirin, û herwisa hewcehiya wan civînan û hevdîtinan girîng dane zanîn.