Kurdistanmedia: Şandeke Partiya Azadî a Kurdistanê, bi serperestiya “Mistefa Ozçelîk” serdana PDKÎ kir.
Roja Yekşemî 28`ê Xakelêweyê, şandeke Partiya Azadî a Kurdistanê, bi serperestiya “Mistefa Ozçelîk”, serokê giştî yê vê partiyê serdana PDKÎ kir, û ji aliyê heyeteke PDKÎ bi serperestiya “Mistefa Hicrî”, lêpirsyarê giştî yê PDKÎ, û hejmarek ji endamên rêberiyê ve pêşwazî ji wan hate kirin.
Di destpêkê de, “Ozçelîk”, tevî pîrozbahîgotinê jiber tewawbûna kongireya 16.mîn a PDKÎ û hilbijartina lêpirsyarê giştî yê hizbê, weke hemî deman derheqê berfirehkirina pêwendiyên dîrokî û dostane yên di navbera wan û PDKÎ de pêdagîrî kir, û herwisa bandor û rola PDKÎ di Kurdistana Rojhilat de bilind nirxand.
Piştre “Mistefa Hicrî”, tevî spaskirin jibar pîrozbahîgotina navbirî, derheqê rewşa nebaş a rejîmê di warê giranî, betalî, kêmbûna buhaya Tûmen, nerazîbûnên xelkê, xemsariya rejîmê, siyasetên destêverdanên rejîmê di deverê de, û tevdanîkariyên vê rejîmê û herwisa dîtingeha PDKÎ axivî.
Her di vê civînê de, derheqê rewşa Kurd di Bakûrê Kurdistanê, û herwisa parçên din yên Kurdistan de, û herwisa astengî û pirsgirêkên din yên pêşiya doza Kurd de guherînên bîr û boçûnan kirin.