Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê bona piştevaniya ji gireva xelkê Kurdistanê

15:43 - 19 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de tevî piştevaniya xwe ji daxwazên girevgirtiyên Kurdistanê, daxwaz ji xelkê bajar û navçeyên din ên Kurdistanê jî kiriye ku dengê xwe tevlî dengê girevgirtiyan bikin.


Deqa daxuyaniyê weha ye:

Em piştevaniyê ji girevgirtin û nerazînîşandana bajarên sînorî dikin.
Eva çend roj in ku girevgirtin û nerazîbûna xelkê bajarên sînorî ên Kurdistanê li dijî daxistina sînoran, dirêjî heye. Ew nerazînîşandanên medenî bi awayê kombûna li ber deriyê fermandariyên bajarên Ciwanro,Bane, Merîwan, û Seqizê, û herwisa bi awayê raxistina sifreya betall û kombûna li dewra vê sifreyê xwe nîşan daye. Vê hereketa medenî bajarên Serdeşt û Pîranşarê jî bi xwe ve girtiye, û tê çaverêkirin ku veguhêze bajarên din jî, û herwisa dom hebe.

Eşkere ye ku jiyana hejmareke zaf ji rûniştiyên zehmetkêş ên bajar û navçeyên sînorî ji riya kolberiyê ve bi rê ve diçe. Rejîma Îslamiya Îranê li jêr navê xebata li dijî hatina alavên qaçax de, sal bi salê tundûtîjî û tawan û zordarî li dijî kolberan zêdetir kirine. Serbarê kuştin û birîndarkirina bi sedan kolberî û detsbiserdegirtina barên wan, û jinavbirina çarpiyên ku bar tînin û dibin,berdewam hewla tunekirina vê tenê çavkaniya jiyan û dahata bi dehan hezar malbatên desteng ên van navçeyan daye.

Niha jî tevî daxistina ser ji nû ya sînorên kolberiyê, yasayên gumrikî jî bi zirara kesên kalayan tînin û dibin guheriye, û bi vî awayî carek din jiyana vî xelkê xistine metirsiyê de. Rastiyek ku ew hinda din jî kerb û bêkariya xelkê van navçeyan lê ketiye, û eva ye ku karbidest tu piroje û bernameyeke aborî bo jiyan û birêveçûna vî xelkî tunînin, ku kolberî, û hînan û firotina alavan li wan qedexe kirine.

Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê girevgirtin û nerazînîşandana xelkê bajarên sînorî, wekî hereketeke medenî ya hilgirê daxwaziyên rewa û mirovî dizane, û bi tewahî piştevaniya wan dike.

Nîşandana sivka betall û deng bilindkirina li dijî wan hemû tawan û û qedexeyan ku rejîma Îranê bona tunekirina çavkaniya jiyana zehmetkêştirîn beşên xelkê bi rê ve dibe, mafê herî destpêkî yê vî xelkê ye.

Em di heman demê de ku silavan dişînin bo xweragirî û îradeya nevestane ya girevgirtiyan, di heman demê de jî daxwazê ji xelkê bajar û navçeyên din ên Rojhilata Kurditanê jî dikin, ku dengê xwe tevlî dengê girevgirtiyên bajarên Ciwanro, Bane û Seqiz, Merîwan, Serdeşt û Pîranşarê bikin, Paşekêşeya karbidestan û serîtewandina wan bo daxwazên rewa ên neraziyan, girêdayî ye bi domandina vê hereketê, û piştevaniya xelkê bajarên din ji girevgirtina bajarê sînorî.

Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê
Pêkhatî ji:
PDKÎ
PDK
Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
Saziya Xebat ya Kurdistana Îranê
Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê

18.04.2018
29.01.1397