Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bandorên je`opolîtîk li ser kirîza perê biyanî di Îranê de

22:21 - 21 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Govareke aborî derheqê kirîza perê biyanî di Îranê de lêkolîn encam daye, û îşare bi vê kiriye ku, kêmbûna perê next di Îranê de sebeba vê kirîzê ye.

Govara Aborî a “Forbes” derheqê kirîza perê biyanî di Îranê de raporek belav kiriye, ku di vê raporê de hatiye, kêmbûna nirxa “Riyal” (Qiran) li hemberî perê biyanî, û herwisa sedemên şikestên siyasî yên rejîmê û siyasetên bankî ne, û herwisa encamên nû yên banka navendî a Îranê ku, nekariye bandoreke erênî ji ser nirxa “Riyal” danê.

Belavoka “Forbes” di vê rapora xwe de îşare bi vê yekê kiriye ku, sedema serekî a kirîza pere di Îranê de, bandorên je`opolîtîk li ser rejîma Îranê, ya ku bandora herî zêde hebûye li ser xîmên aborî yên Îranê, û herwisa îşare bi vê kiriye ku, gefên “Dunalp Trump” ji bo derketina ji Bercamê û dorpêçên aborî rewşeke bi vî rengî afirandiye.

Vê rewşê wisa kiriye ku, sîstema perê Îranê rastî pirsgirêkan bê, û herwisa bûye sedema vê ku perê next di Îranê de kêm bibe, û buhaya vê li hemberî perê biyanî de jî bê xwarê, bi taybet li hemberî Dolar de.

Bepirs û karnasên aborî yên navxweyî yên rejîmê, li ser vê baweriyê ne ku, pirsgirêk di siyasetên navxweyî yên rejîmê, û bandora dorpêçan derheqê kêmbûna berçav a sermayedanînê di Îranê de, û herwisa derketina Amerîkayê ji Bercamê û derketina sermayeyan ji Îranê, sedemên serekî yên kirîza pere di Îranê de ne.