Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl, gef li rejîma Îranê xwar

22:36 - 21 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Serokwezîrê Îsraîlê di axavtinên xwe de bas ji amadebûna tewaw a artêşa wî welatî ji bo jinavbirina gefên ku armanca wan jinavbirina Îsraîlê ye kir, û gef li wan xwar.

Di heyama mehên derbazbûyî de, kêşeyên di navbera rejîma Îran û Îsraîlê de gihîştiye asta herî jor, û “Benjamin Netanyahu” Serokwezîrê Îsraîlê, roja Înê 31`ê Xakelêweyê, di civîna taybet a wî welatî de ragehand ku: Em ji dana her nirxekê ku hewce be natirsin, û herwisa kesên bixwazin me tune bikin, emê vê tolê ji wan hilînin.

“Benjamin Netanyahu” herwisa pêdagirî kir ku: Em ji aliyê rejîma Îranê ve hin gefxwarinan dibihîsin, lê serbazên artêşa berevaniyê, û navendên ewlehiyê ji bo her guherînkariyekê amade ne, û her kes jî bixwaze derbê li me bixe, emê li hember de şer bikin.

Her di vê pêwendiyê de, “Husên Selamî” cihgirê fermanderê giştî yê Spaha terorîstî a Pasdaran a rejîma Îranê, çend demjmêran piştî belavbûna wan axavtinên serokwezîrê Îsraîlê îlan kir ku: Hûn di her cihekî ji vê erdê dagîrkirî de, li Bakûr û Rojava de bin, li jêr agir de ne, û eva diyardeyeke nû ye.

Selamî ku axavtinvanê pêş ji xutbeya nimêja roja Înê ya bajarê Tehranê bû, ev yeka jî zêde kir û got ku: Biçûktirîn armanc jinavbirina hebûna we ye, hûn nikarin bêdeng bin.