Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dahata şikefta Seholanê ji aliyê destûpêwendiyên rejîmê ve tê talankirin

20:54 - 22 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Hemû dahata şikefta Seholan a bajarê Mehabadê ji aliyê çend kesên diyarîkirî yên rejîmê ve tê talankirin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê,tevî vê ku biryar wusa bû ku dahata geştiyariyên şikefta Seholan a bajarê Mehabadê ji bo xelkê vê deverê be, û hêsankarî ji bo serdana geştiyaran ji bo vî cihî bê xerckirin, lê mixabin ev dahata ji aliyê çend kesên diyarîkirî yên rejîma Îranê ve dizî jê tê kirin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, di vê derheqê de daye zanîn ku, her sal geştiyarên zêde serdana Şikefta Seholan a bajarê Mehabadê dikin, û mixabin ev perê ku ji geştiyaran tê wergitin, ji bo xelkê vê deverê nayê xerckirin, û ev pereya diçe berîka çend kesên diyarî kirî yên girêdayî rejîmê.

Nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê, bas ji vê kiriye ku, ev kesane ne tenê ku ji bo rêkxistina karûbarên xelkê di vê şikeftê de kar nakin, belku tenê bîr ji berjewendî û perê berîka xwe dikin, û niha jî Şikefta Seholanê li jêr çavdêriya Şarevaniya (fermandariya) Mehabadê de tê îdarekirin, û dahata vê şikeftê jî ji aliyê wan çend kesên girêdayî rejîmê ve tê talankirin.

Nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê, herwisa di vê rapora xwe de bas ji vê jî kiriye ku, ev kesên di vê şikeftê de kar dikin, girêdayî Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî a Îranê ne.

Şikefta Seholan, yek ji şikeftên avê yên binavûdeng ên Kurdistana Rojhilat e ku, di bajarê Mehabadê de hilketiye, û ev şikefta di 43 Kîlometriya bajarê Mehabadê, û li ser riya di navbera bajarên Mehabad û Bokanê de hilketiye.