Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên “Pola” ya Urmiyê girev girtin

21:04 - 22 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Di doma girev û nîşandana nerazîbûna cemawerî li Kurdistanê de, kedkarên “Pola” a Urmiyê jî sivka betall raxistin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî 1`ê Banemerê, kedkarên kompaniya “Pola” a bajarê Urmiyê, bi armanca nîşandana nerazîbûna xwe ji ber paremayiya heqdestê sala desrbazbûyî a xwe, ji ber deriyê avahiya parêzgariya bajarê Urmiyê kom bûn, û bi raxistina sivka betall nerazîbûna xwe li hemberî rewşa nebaş a jiyanê nîşan dan.

Li gora nûçeyan girevgirtiyan tu silogan neqîriyan, û tenê hewl dane da ku bi rengekî sembolîk tirajîdiya jiyana xwe nîşan bidin.

Raxistna sivka betall çalakiyeke nû a xelkê nerazî yên Kurdistan ye ku, dixwazin bi vî rengî rewşa herî nebaş a jiyana xwe nîşan bidin.

Tirajîdiya jiyan di Kurdistanê de, û guhnedana bepirsên rejîmê bi vê rewşê di demekê de ye ku, berpirsên payebilind yên rejîmê ne tenê ku amade nînin da ku hewlekê ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan bidin, belku wusa xwe nîşan didin, ku di Îran û Kurdistanê de tu pirsgirêkên jiyanê nînin.

Ji bo mînak fermanderê giştî yê Spaha pasdaran a rejîma Îranê di axavtinên xwe yên pêş nêmêja roja Înê li Tehranê de, di çarçoveya siyasetên veşartina kêşeyên ser riya jiyana xelkê Îranê, gef li welatên weke Amerîka, Erebistan, Îsraîl, Birîtaniya û Firansayê xwarin, û ji xelkê Amerîkayê re got ku:
Hûnê Amerîkayî bi nifûsa 40 milyon xelkê ku li jêr hêla hejariyê de ne, li benda çi ne? Gelo hûn dizanin ku xelkê Îranê ji we baştir dijîn? Ji we baştir kincan li xwe dikin? Ji we baştir dixwin û dirazên? Û Ji we baştir dikarin biçne geriyanê?