Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bîranîna 120.mîn salvegera rojnamegeriya Kurdî

22:13 - 22 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Îro 120.mîn salvegera rojnamegeriya Kurdî ye, û destpêka belavkirina rojnameya “Kurdistan”ê wekî xebateke neteweyî û rewşenbîrî tê nirxandin, ku heyama zêdetir ji sedsalekê ye, ku neteweya Kurd, xwedî rojnameya serbixwe ya xwe ye, û Kurdistan bi navê xwe ve xwedîtiya rojnamegeriyê û rojnamevanên xwe dike.

Di roja 22.04.1898`an de, Miqdad Midhet Bedirxan li bajarê Qahireyê, yekem rojnameya Kurdî bi navê “Kurdistan”ê ava kir.

Ew rojnameya li derveyî Kurdistanê hate çapkirin, jiber ku zulm û zordarî li kurdistanê hebû, û derfet û îmkana vê yekê tunebû ku li ser xaka Kurdistanê ew rojname bê çap û weşandin. Lewra çendîn carî jî cihê çapkirina wê hatiye guhertin.

Hinek ji çalakên qada rojnamgeriya Kurdî ew kesane bûn: Miqdad Midhet Bedirxan xwediyê rojnameya “Kurdistan”, Ebdulkerîm Efendî xwediyê kovara “Rojî Kurd”, Mistefa Paşa Yamulkî xwediyê kovara “Bangî Kurdistan”, Dîroknivîs Husên Huznî Mukiryanî xwediyê kovara “Zarî Kirmancî”, Mamaosta Elaedîn Secadî xwediyê kovara “Nizar”, Pîremêrdê helbestvan xwediyê rojnameya “Jîn”, Mamosta “Gîwiyê Mokiryanî” xwediyê kovara Hetaw-1954.

Rojnameya serdema deshilatdariya Komara Kurdistanê jî, navê wê “Kurdistan” bû, û niha jî ew rojname bi awayê elekteronî tê belavkirin, û gellek qonaxên dijwar li çendîn cihên cuda ên Kurdistan û derveyî welat pişt serê xwe ve hêlane, û zimanhalê PDKÎ ye.

Her bi vê hilkevtê, Komîsyona Ragehandinê ya PDKÎ pîrozbahiyeke germ li tewahiya rojnamevanên Kurdistanê dike, û destê mandî yê nivîskar û têkoşerên vî biyavî bi germî digihoşe, û hêviya berdewamiyê li erka wan ya pîroz de bi hêvî dixwaze.