Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Şiyû`î a Kurdistanê serdana PDKÎ kir

21:08 - 23 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Şandeke Partiya Şiyû`î a Kurdistanê, serdana PDKÎ kir, û di vê hevdîtinê de, pirsên hevpar û neteweyî hatine nirxandin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî 2`ê Banemera 1397`an, (22`ê Nîsana 2018`an) şandeke Partiya Şiyû`î a Kurdistanê bi serperestiya Dr. Kawe Mehmûd, sekreterê vê partiyê serdana PDKÎ kir, û ev şanda ji aliyê heyeteke PDKÎ bi serperestiya Mistefa Hicrî, lêpirsyarê giştî yê PDKÎ ve pêşwazî jê hate kirin.

Di vê hevdîtina dostane de, şanda mêhvan tevî pîrozbahîgotina bi boneya girtina kongireya 16.mîn a PDKÎ, û herwisa hêviya serkevtinê ji bo rêberiya nû a hizbê, hêviya serkevtinê bo birêveçûna baştir a biryarên kongireyê xwast.

Her di vê pêwendiyê de, Dr. Kawe tevî pîrozbahîgotinê, axavtinek derheqê rewşa giştî a Kurd, û Kurdistana Başûr pêşkêş kir, û herwiha di beşeke ji axavtinên xwe de, îşare bi bûyerên Kurdistana Rojhilat û rola hevpêwendiya xebata herdu aliyan kir.

Ji aliyê PDKÎ ve, Mistefa Hicirî tevî bixêrhatinkirina ji şanda mêhvan û spaskirina li ber pîrozbahîgotin û serdana wan, û herwuha pêdagîrî li ser pêwendiyên dostayetî yên di navbera PDKÎ û Partiya Şiyû`î a Kurdistanê, derheqê bûyerên Kurdistana Rojhilat û kongireya PDKÎ û xebata Kurd di Kurdistana Rojhilat de, û girevgirtinên xelkê û destêverdanên rejîma Îslamî a Îranê di deverê de, û kavilkariya ku vê rejîma terorîst di her derî di vê deverê de diafirîne, axivî.

Di doma vê civînê de, her du aliyan bas û bûyerên Kurdistanê bi giştî û riya domandina kar û têkoşana riya azadîxwazane û azadiyan nirxandin, û guherîna bîr û boçûnan kirin.