Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Netanyaho bersiva çewtekariyên Zerîf da

21:57 - 23 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Serokwezîrên Îsraîlê piştî gotûbêja Zerîf digel kanala “CBS” ya Amerîkayê ragehand, reftara rejîma Îranê û Spaha Pasdaran gellek cuda ye ji axavtinên Zerîf.

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî roja Yekşemiyê 2`ê Banemera 1397`an de, di gotûbêja digel kanala televîzyonî ya CBS li New Yorkê ret kir ku Îran ber bi şerekî navçeyî digel Îsraîlê pêngavan hildigre.

Nabirî Îsraîl bi vê yekê tawanbar kir ku serweriya welatan berçav nagre, û sînorê esmanî yê Sûriyê bezandiye, heweha gefa vê yekê jî xwar ku li egera berdewamiya Îsraîlê li ser van cure kiryaran pêşerojeke xirap çavnihêriya wan dike.

Çend demijimêran piştre Netanyaho ragehand: Zerîf Wezîrê Derve yê welatekî ye, ku firokên bê balafirvan ê hilgirê teqemeniyan dişîne welatê me, û mûşekên balistîk davêje Erebistanê.

Netanyaho di civîna taybetî ya seranên arteşa welatê xwe de got: Wezîrê Derve ê Îranê di dema axavtin û gotûbêja digel medyayan bi zimaneke nerm ve çewtekariyan dike, lê di navbera vî zimanê nerm ê navbirî û reftara Spaha Pasdaran a welatê wî ku berdewam gefa jinavbirina me dikin, gellek cudahî heye.

Navbirî herwisa ragehandiye: Di demekê de em baş dizanin ku Spaha Pasdaran ya rejîma Îranê dijberê me ye, û berdewam gef e li ser welatê me, ji vê zêdetir em guh nadin van çewtekariyan û zimanê nerm ê Zerîf.

Di gotpûbêjeke radyoyî de, Lîbermen Wezîrê Parastina Îsraîlê di hemberî gefên Husên Selamî de raghandibû: Hemû binke û navendên Spaha Pasdaran li Sûriyê wê bibin armanca balafirên me.