Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî welatparêz koça dawiyê kir

22:01 - 24 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Kesayetiyekî xweşnav, welatparêz û alîgirê PDKÎ li bajarê Mehabadê koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê kesayetiyê ayînî û welatparêz, mamosta Ezîz Teîd li bajarê Mehabadê piştî nexweşiyeke domdirêj koça dawiyê kir.

Mamosta Ezîz yek ji kesayetiyên ayînî ên navdar ê bajarê Mehabadê û pêşnimêjê mizgewta Hacî Ehmed bû, ku mixabin bi nexweşiya dil koça dawiyê kir.

Mamosta Ezîz bi sedema pêgeha bilind ya civakî berdewam ji aliyê rejîma Îranê ve pêşniyar pê dihate kirin, ku bi gotinên wan bike, û gellek caran jî gef lê dihate xwarin, yan jî ji riya timayîbirina wî bi pere hewl didan ku navbirî bikêşin aliyê xwe, lê mamosta Ezîz teslîmî daxwaziyên berpirsên rejîmê nedibû.

PDKÎ tevî dilgiranbûna xwe serba koça dawiyê ya navbirî sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kesûkarê navbirî, û xwe hevparê xema wan dizane.