Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dijberekî din yê rejîma Îranê bi kabîna Donald Trump ve zêde bû

22:31 - 24 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Piraniya endamên Komîteya Derveyî ya “SENA”ya Amerîkayê, dengê erê ji “Mike Pompeo” re weke nûnerê nû di Wezareta Karûbarên Derve yê wî welatî de dan, daku ji wir şûnda li cihê “Rex W. Tillerson” karûbarên Wezareta Derve bigre stûyê xwe.

Demjmêr 5`ê êvariya roja Duşemî 3`ê Banemerê, endamên Komîteya Pêwendiyên Derve ya “ SENA”ya Amerîkayê di dengdanekê de ji bo posta serokatiya Wezareta Derve ya wî welatî dengên erê ji “Mik Poempo” re dan, ku ew bixwe yek ji wan kesên herî tund yên dijberî rejîma Tehranê tê naskirin.

Li gora yasayên Amerîkayê, piştî wergirtina dengên erê ji aliyê komîteyê ve, navbirî di civîneke eşkere ya “SENA”yê de jî, wê dengê dawiyê jê re bên wergirtin, û tê texmînkirin ku di wir de jî, wê bi piraniya dengan posta Wezareta Derve ya Amerîkayê bigre stûyê xwe.

“Mike Pompeo” berî niha serokê Saziya Îstixbarata Amerîkayê (CIA) bûye, û dîtingeheke taybet derheqê Îran û bernayemên navikî yên rejîma Îslamî a Îranê heye; Navbirî weke yek ji rexnegirên tund yên lihevkirina Bercamê tê naskirin, û heyanî niha çendîn caran bi rengekî fermî dijberiya xwe li hemberî Bercamê nîşan daye, û Bercam weke “afirnadina kirîzan” daye zanîn.

“Mike Pompeo” wisa dihesibîne ku, dibe ast û rêjeya dorpêçan li ser Îranê zêde bikin, û bi rengekî tund li hemberî Îranê de bisekinin, çimkû rejîma Îranê rola herifandinê derheqê rewşa ewlehiya Amerîkayê heye.

Herwiha navbirî di heyamên derbazbûyî de jî gotibû ku: Rejîma Îranê mezintirîn piştevanê terorîzmê di cîhanê de ye ku, armanca wan jinavbirina Amerîkayê ye.

Herwisa di doma axavtin û gotûbêjên xwe de, îşare bi vê kiribû ku, çavkaniya serekî ya hemû pirsgirêk û aloziyên Rojhilata Navîn rejîma Îranê ya piştî şoreşa 1979`an e.