Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di nîştimana sorgulan de digel rêbaza şehîdan peyman tê nûkirin

22:33 - 24 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Malbata şehîd “Nasir Xoşkelam” digel komek ji kesên nîştimanperwer serdana gora şehîd “Nasir” kirin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî 3`ê Banemera 1397`an, di salroja şehîdkirina Şehîd “Nasir Xoşkelam” şehîdê PDKÎ, malbata wî şehîdî digel komek ji kesên nîştimanperwer bi armanca nûkirina peymana xwe digel rêbaza şehîdan serdana gora navbirî kirin.

Şehîd Nasir roja 9`ê Rezbera sala 1336`an di bajarê Bane de hatibû dinê, di serdema Şah de weke “Spaha Daniş” di gundê “Qalwê” a girêdayî bajarê Mehabadê mijûlî dersdayînê bû, her di destpêka şoreşa gelên Îranê de ji bo PDKÎ çalakî encam didan, û heyanî demên dawî yên jiyana xwe emegnasê rêbaza PDKÎ bû.

Navbirî kesek bû ku di warê nivîsîn û wergêranê de kar dikir, û hindek nivîs û destnivîsên wergêrandî yên wî jî hene.

Şehîd Nasir li 25`ê Gelawêja 1361`î de, dema ku mijûlî birêvebirina rêûresma marebirînê bû, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve tê binçavkirin, herçend ku navbirî di berî wê demê jî, ji bo çend caran hatibû binçavkirin, lê mixabin, vê carê ji bo heyama 9 mehan di girtîgehê de bû, û piştre di roja 3`ê Banemera sala 1362`an, di giritîgeha bajarê Bane de ji aliyê celladên rejîmê vê tê gullebarankirin.