Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêvra Ewropayê: Di rewşa awarte de hilbijartina tewaw demokratîk ne mumkin e

14:19 - 25 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Komîteya Çavdêriyê ya parlemantoya Şêvra Ewropayê ji Tirkiyê daxwaz kir, bi baldana bi nemumkinbûna birêvebirina hilbijartina demokratîk di rewşa awarte de, hilbijartina serkomariyê û parlemaniyê paş bixe.

Vê komîteyê di daxuyaniya xwe de belabv kiriye: Di rewşekê de ku yasaya rewşa awarte hakim e, û operasiyonên leşkerî û emniyetî di herêmên başûra rojhilata Tirkiyê de bi rê ve diçin, birêvebirina hilbijartineke tewaw demokratîk ne gengaz e.

Her wisa di vê daxuyaniyê de pêdagirî hatiye kirin ku partiyan demeke kêm di ber dest de hene, bo xweamadekirina ji hilbijartinê re. Eva jî di demekê de ye, ku tenê mehekê berî ragehandina dema hilbijartina pêşwext, guherînkariyên di yasaya hilbijartinan de hatin pejirandin.

Derheq rewşa awarte û daxistina gellek ji ragehandinan ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve, vê komîteya Şêvra Ewropayê ragehandiye:
Gellek ji ragehandinên giştî hatine daxistin, yan jî ji aliyê tacirên alîgirê hikûmetê ve hatine kirîn. Ew kiryarên deshilatê rewşa behs û gengeşeya demokratîk li ser hilbijartinê û destpêregihîştina bi zanyariyan bizehmet û asteng dike, û bi vî awayî hilbijêr nikarin hilbijartineke dirust di navbera berbijêrên xwe de bikin.