Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîmê gefan li mamostayekî ayînî dixwin

15:23 - 25 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Hêzên kirêgirtî yên îdareya îtila`ata rejîma Îranê li bajarê Mehabadê, careke din gef li mamosta û pêşnimêjê gundê Seholanê xwarin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, hêzên îdareya îtila`ata rejîmê ji bo çendîn caran gef li “Murad Ekram” mamosta û pêşnimêjê mizgevta gundê “Seholan” ya bajarê Mehabadê xwarine, ku dibe ew dest ji karê mamostatiyê berde, û ji wî gundî jî derkeve.

Berê jî ev mamostayê gundê Seholanê ji aliyê hêzên îdareya îtila`ata rejîmê ve hatibû gazîkirin û lêkolîn jê hatibû kirin.

Her di vê pêwedniyê de, nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê daye zanîn ku, îdareya îtila`atê mamosta “Murad” bi tawana piropagendeyên li dijî rejîmê gazî kiribû, û niha jî daxwaz jê kirine daku, dest ji karê mamostayê berde.

Mamosta “Murad Ekram” di nav xelkê deverê de xwediyê pêgeheke bihêz e, herwisa di meha Befranbara sala derbazbûyî de jî, ji bo îdareya îtila`atê hatibû gazîkirin.