Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran yek ji pênc girtîgehên mezin ên cîhanê ye

21:35 - 25 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Îran di rîzbenda azadiyên medyayî de, di nava 180 welatên cîhanê de, di pileya 164`an de ye.

Rêkxirawa Nûçegihanên bêsînor di rapora xwe ya herî nû de bo sala 2018`an di hemberî zêdebûna dijayetîkirina rojnamevanan ji aliyê dîktatoran ve hişdarî daye.

Li gora gotina nûçegihanên bêsînor Îran di dirêjya îsal de, tu pêşkevtineke taybetî bi xwe ve nedîtiye, û di rîzbendekê de ku belav kiriye, ku di nava 180 welatên cîhanê de di pileya 164`an de cih digre, vê rêkxirawê îşare bi vê jî kiriye, ku Îran bi berdewamî di dawî pileyên vê rîzbendiyê de bûye.

Di rapora Rêkxirawa Nûçegihanên Bêsînor de hatiye: Îran yek ji pênc girtîgehên mezin ên cîhanê ye ji bo rojnamevanan, ku zêdetir ji 20 rojnamenûs û 50 nûçegihanan di Îranê de hatine destbiserkirin, û di girtîgehê de ne.

Herwisa hatiye: Serkutkirina azadiya çalakiya rojnamenûsan tenê di nav Îranê de nine, belku medyayên cîhanî û ew medyayên ku Îranî ne, û li derveyî Îranê de çalakiyan dikin, digel gefxwarin û serkut û sansorê berbirû ne.

Herçend ku pileya 164 li çav sala borî ku Îranê pileya 165`an hebû, renge nîşana baştirbûna rewşa azadiya ragehandin û ramanê be, lê Rêporterên Bêsînor dibêjin ku eva bi sedema xiraptirbûna rewşa welatên din e, ne baştirbûna rewşa Îranê!.