Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girevgirtin di Kurdistanê de dom dike

22:05 - 25 Nîsan 2018

Kurdistanemdia: Xelkê bajarên sînorî yên Kurdistanê, ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî daxistina bazarçeyên sînorî yên wan bajaran, heyanî niha jî dest ji girevgirtinê ber nedane.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, girevgirtina dukandar û bazariyên bajarên sînorî yên Kurdistanê dom heye, û berpirsên rejîma Îranê jî gef li esnaf û bazariyan xwarine da ku dev ji wê gireve berdin.

Li gora raporên belavbûyî, girev di bajarê Bane de dom heye, û gav avêtiye nav 11.mîn roja xwe de, û givaş û gefên berpirsên rejîmê bo ser bazariyan û dukandaran ji bo verkirina dukanên xwe bê encam maye.

Piştî girevgirtina dukandar û bazariyên bajarê sînorî yên Kurdistanê, ev bajarane ji aliyê berpirsên rejîma Îranê ve, hatine milîtarîzekirin.

Akinciyên bajarên sînorî yên Kurdistanê seba siyasetên daxistina bazarçeyên sînorî dest avêtine girevê, û ragehadine heta ku ew bazarçane neyên vekirin ew dest ji girevê bernadin.

Îdareya “emakin” a bajarê Bokanê, kesên xwedî pasaj û dukandarên xwedî pêgeh û binavûdeng yên wî bajarî gazî û gef li wan xwarine, da ku xwe ji rêza girevgirtinên seranserî yên bazariyan biparêzin.

Her di vê pêwendiyê de, di heyama du rojên derbazbûyî de, hêzên îtila`ata bajarên weke Merîwan, Bane û Ciwanro, gef li bazariyên ku girev girtine xwarine da ku dawî bi girevê bînin.

Herwisa îdareya “emakin” û hêzên întizamî bi gefxwarina li dukandarên bajarê Pîranşarê, ji wan re gotine hekî ew dest ji wê girevgirtina daxistina dukanan bernedin, wê ew rastî pirsgirêkên qezayî bên.

Girevgirtina bajarên Kurdistanê di 26`ê Xakelêweyê de dest pê kiriye, herçend ku di hin bajaran de rejîmê şiyaye bi zorê dukan û bazaran bi hevwelatiyan bide vekirin, lê ne tenê ku ew pirsgirêk çareser nekirine, belku di hin cihan de girev heyanî niha jî dom dike.