Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Deftera Siyasî a PDK Îranê bi boneya cejna Newrozê

02:51 - 13 Nîsan 2012

Hemwelatiyên rêzdar!
Seba cejna newrozê û nûbûna salê ez pîrozbahiyên herî germ ji we dikim û hêvîxwaziim ku sala 1391’an salek pirr ji destkevtên siyasî ji bo gelê Kuird û hemû azdîxwazên Îranê be.


Newroz pîroz be li malbatên serfiraze şehîdan, û tev wan malbatên xweştevî ku emegdar in bi rê û şopa şehîdên xwe, pîroz be ji tev girtiyên siyasî ku bi tawana mafxwazî û bîrûboçûnên cuda niha di girtîgehên rejîma Îranê de derbas

dikin. Morala wan her bilind û leşê wan her sax be. Herweha ez pîrozbahiyê dikim li hemû kadr û pêşmerge û endam û alîgirên PDKÎ.

Mixabin vê carê jî em di demekê de pê didanne sala nû de ku komara îslamî û eqliyeta pawanxwaz a wê her niha jî per û baskê xwe bi ser tewaya civaka me de kêşaye. Bi hezaran lawên Kurd û ên neteweyên din ên Îranê bi sedema bîr û baweriya siyasî li bendîxaneyan de ne, û rojane tên îdamkirin, û tenê tawana wan ew e ku wek girupa deshilatdar bîr nakin û daxwaza azadiyê dikin.

Xûşk û birayên hêja!
Newroz li cem me wataya nûbûna xwezayê û azadî û rizgariyê vergirtiye. Azadî û rizgarî li destê zivistana sar û tarî ber bi şînkatî û xwezaya bi xemil, û germa û ronahiya roja buharê. Lê mixabin welatê me zêdetir ji sê dehsalan e ku li jêr hukmê taqmek xwenrêjên paşvemayî de ye ku ne ji wateya azadiyê tê gihîştine û ne jî tava guhertinan kariye cemeda mejiyê hişk ê wan bihelîne.
Mafê mirovan, mafê neteweyên Îranê û yek ji wan kurdan, xweşî û bextewerî, şadî û ciwanî, azadî û demokrasî li cem wan gellek cihê tirsê ne, û ew bi tewaya hêz û şiyana xwe dijî wan azadiyan disekinin.

Ehmed şehîd reporterê taybetî ê rêkxirawa neteweyên yekbûyî, li dawî rapora xwe de derheq kurdan dibêje: “ li gorî raporan heya 31’ê Oktobera 2011’an pazde tekoşerên Kurd bi tawanên wek kiryarên dijî ewlehiya netewî, yan fesadên ser rûyê erdê yan casûsî, berbirûyê hukmê îdamê bûne. Ew herweha berbirûyê ferq û cudahiyên civakî aborî û zextên bi armanca destbiserde girtina milk û malê wan, bêkarkirina, û bertengkirina civakî û kulturî û mafê zimanî bûne.

Her li vê derheqê de Ehmed Şehîd bas ji kuştara bi kom ya kasibkaran ên Kurd dike, ku li cihên sînorî de dijîn... li yasayên Îranê de karê wan kasibkaran cezayê çend meh girtîgeh yan destbiserdegirtina tiştên wan heye, lê li ser sînor teqe li wan kasibkaran tê kirin û bi vî awayî bi dehan kasibkar û hespên wan li salê de tên kuştin yan jî birîndar dibin”.
Evne mînakên herî kûşke ne, ji cînayetên rejîmê ku heta bawerî bi yasayên xwe jî tuneye, û rehmê bi heywanên kasibkaran jî nakin.

Xûşk û birayên rêzdar!
Lê serbarê wan hemû zextên ku rejîma Îranê li ser xelkê Îranê birêve dibe, li gorî nîşaneyan weha dixuye ku temenê vê rejîma li gorî sedsala navîn ber bi avabûnê ve diçe.

Sala 1390 sala pêkhatina guhertinan di beşek ji welatên herêmê de bû, li vê salê de beşek ji gelên belengaz ji destê dîktatoran ew jî bi fîdakariya xortên xwe, xwe rizgar kirin. Xelkê Mîsr, Tunis, Lîbî li refa wan welatan de bûn, û tê çavnihêr kirin ku xelkê Sûriye jî li sala nû de bigîjin armancên xwe.

Her li sala 2012’an de qurbanî û belengaziya xelkê Sûdanê bi dawî hat û ew li referandomekê de ku deng dane serbixweyiyê, ji Sûdanê cuda bûn û gehîştin serbixweyiyê. Ew bûyer ji bo gelên jêr destê dîktatoran, nîşaneya vê ne ku sala borî salek pirr ji deskewt li Rojhilata Navîn û beşek ji Afrîqayê bû. Pêlên wan gohertinan bandora ne rasterast bi awayê nerênî û li ser morala xelkê Îranê bi awayê erênî hebûye. Lewra rejîma Îranê bi tewaya hêza xwe bi dijîxelkê serhildêr li Sûriyê alîkariya rejîma Sûriyê dike, bo evê ku wan ji rûxanê rizgar bike, sala 1390 yek ji salên herî tal li temenê vê rejîmê de bûye:

Pîlanên vê rejîmê bo pêkhatina teror û nearamiyê li her dereke cîhanê zêdetir ji her salekê eşkere bû, bi taybetî pîlana terora balyozê Erebistana Seûdî li Amerîka de ku şermezariye mezin ji rejîma Îranê re pêk anî.

Bandorên gemaroyên navdewletî bo ser rejîmê ewsal xwe nîşan dan. Buhayê diravê Îranê li heyamê salekê de li hember dolarê Amerîka de, zêdetir ji %40 hate xwar. Berhema neftê bi awayek berbiçav hatiye xwar. Rêkxirawa opêk ragehandiye ku berhema nefta Îranê li Fêwriyeya ewsal a zayînî de li gorî meha berî wê, rojane 37 hezar bermîl kêm bûye.

“IAEI” jî di wan dawiyane de ragehandiye ku li şeş mehên bihêt de, tê çavnihêrkirin ku hinardeya nefta Îranê heya yek milyon bermîl kêm bibe. Ji bilî vê yekê rejîma Îranê di cihê vê nefta ku dişîne derve, bi egera gemaroyan li gel kêşeyan berbirû bûye.

Li vê salê de xelkê Îranê zêdetir ji berê komara Îslamî nasîn, bi awayekê ku li bi nav hilbijartina parlementoya vê carê de ku li 12’ê Reşemê birêve çû, heta reformxwaz jî ku hêzek berçav bûn bo piştevaniya rejîmê, lê vê carê beşdarî nekirin. Ew tê vê wateyê ku rejîm êdî ji aliyê wan kesan ve jî nahê hezkirin.

Lewra hijmara xelkê beşdar li hilbijartinê de gellek kêmtir ji hilbijaretinên pêşîn de bû. Ragehandinên rejîmê jî bas ji beşdariya zêdetir ji %60 kirin ku ew jî tê wateya beşdariyek kêm li çav hilbijartinên pêşîn.

Eşkerebûna gendeliyên bê mînak ên rejîmê, û pêdagiriya wan li ser siyasetên şikestxwarî alîkarek bihêz bûn ji bo jidestdana rewayiya rejîmê.

Di rastî de ew kêşeyên ku hatin baskirin, pêvajoyek in ku ji mêjve ye dest pêkiriye, lê li sala borî de zêdetir hatin eşkere kirin û bê guman li sala 1391’an de ew kêşe wê zêdetir li ser yek kom bibin û rejîmê ber bi kendalê jinavçûnê ve bibin. Jiber ku ne tenê rejîm kirîzan çareser nake belku bixwe kirîzan diafirîne û wê di nav kirêzên destçêkiriyê xwe de wê nuqim be. Lewra em dikarin bêjin ku li sala nû de newroza me wê pîroztir be, û em jî çavnihêriya deskewtên siyasî ên zêdetir ji bo gelê xwe û bileztirbûna hiloşîna rejîmê dikin.

Xelkê xebatkar ê Kurdistanê!
Bi berhevdana vê rewşê û çavnihêriyên me, erkek girantir jî dikeve ser milên me, ew jî hewildan e ji bo yekdengî û yekrîzîyê, bona vê ku li asta civatgeha navnetewî de û li hember neyarên navxweyî de me giraniyek pitir hebe, û bi hewl û tekoşîna hemû aliyekê û bi bernameyek pêşkevtî ve, em dibe bikarin ku li nav wan guhertinan de ku têne pêş, mafên herî zêde ji bo neteweya xwe bidestve bînin.

Li vê derheqê de rêkxirawên siyasî ên Kurd erkek girantir dikeve ser milên wan, ku em hêvîdarinher hemû jî bi dûr ji berjewendiyên teng, li rastaya berjewendiya neteweya xwe de kar bikin. Guman têde nine ku hewlên micid û berdewam ji bo nehêştina wan astengiyên ku bûne kêşe li ser riya nêzîkbûna bi yektir û ji yektir têgihîştinê, ji emrazên herî sereke ên gihîştina bi vê armancê wate yekbûne ne.

Bi hebûna bernameyek weha ji aliyê partiyên siyasî ve, û bi piştevaniya berdewam ya xelkê Kurdistanê em dikarin çavnihêrê pêşerojek geş ji bo neteweya xwe bin.

PDKÎ di vê rastayê de pêngavan hildigre û amade ye ku erkên nîştimanî û neteweyî ên xwe bi berpirsatiyek tewaw ve birêve bibe.

Ez ji vê derfetê mifahê werdigrim û tevî pîrozkirina cejna newrozê ji hemwelatiyên xwe li Îranê, di destpêka sala nû de peyama aştî, tolerans, û wekheviyê ji wan re dişînim. Li roja 2’ê Rêbendanê de min ew peyam ji wan re şand û dîsan ducarî dikim ku gelê kurd xwazyarê jiyana bi hevre û wekheviyê di gel netewên din ên Îranê ye, ku eva jî nîşaneya têgihîtina wan ji guhertinan û siyaseta serdemiyane ye. Em hemû bi hevre dikarin ji bo hiloşandina rejîma Îranê xebatê bikin, bihevre hikumetek demokratîk ava bikin, bi awayekê ku Îran ya me hemiyan be û me hemiyan mefê beramber têde hebe. Wateya vê peyamê ew e ku êdî ew dem derbas bû ku neteweyek, girupek yan ayînek bixwaze ku hukmê dîktatoriya xwe bi ser ên din de bisepîne, û wan hemwelatiyê pile du bihesibîne. Ne Kurd vê awayê deshilatê qebûl dike, ne serdem vê yekê dixwaze, ne jî çarçoveya Îranê weha tê parastin.

Eva peyamek e ji bo hemû wan aliyên ku dixwazin bi hêceta parastina tewawiyeta erzî a Îranê her terze mafxwaziyeke siyasî bi tawana cudahîxwaziya neteweyên Îranê, yek ji wan neteweya Kurd tepeser bikin.

Hemwelatiyên rêzdar, xûşk û birayên beşdar li rêûresma newrozê, carek din newroja we pîroz be û xebata we berdewam be.

Li sala nû de ji we hemiyan re saxî û selamtî û rizgarî û pêşerojek geş hêvî dikim.