Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bûlent Arınç niha fêm dike ku Kurdî zimanê şaristaniyê ye

16:53 - 13 Nîsan 2012

kurdistanmedia: Hevkarê Serokwezîrê Tirkiyê Bûlent Arinç, li Stenbolê bi navê “pêvajoya demokratbûnê û yasaya nû” konferansek birêve bir û pirsên xwendekaran bersivand.

Li ser pirsa xwendekarekî ,“ di axaftinekê de gotibû, “Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye” di yasaya nû de wê zimanê zikimakî perwerdehiyê de çih bi cih be?” Bûlent Arinç bersiv da: “ger we bi baldarî axaftina min guh dabe, min negot Kurdî ne zimanekî şaristanî ye an ne zimanê şaristanê ye. Ez mirovekim ku fikrên xwe bi wêrekî dibêjim. Ger ku min gotibe ‘Kurdî ne zimanekî şaristanê ye’ neheqiyeke mezin wê bibûya, ew ê ji bo min bêrêziyek bûya, ji kesên Kurdî diaxifin re wê bêrêziyek bûya. Ez, qasî vê nebêje mirovekî biaqilim, min negot Kurdî ne zimanekî şaristanî ye.”

Bûlent Arinç, di televîzyona CNN Turkê, bernama Şîrîn Payzin de ew gotinane kiribûn û ji gellek kesan bi hefteyan rexneyên tûj xweribûn.
avestakurd