Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Milîtarîzekirina Kurdistanê ji aliyê Sipaha Pasdaran ve berdewam e

16:50 - 14 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Sipaha Apsdaran di deverên Hewraman û Merîwanê de bi danîna dekelên çavdêriyê û çêkirina binkeyên nîzamî, rewşek ewlehî ji Kurdistanê re pêkaniye.

Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, Sipaha Psdaran a rejîma Îranê di dirêjahiya ewlehîkirina Kurdistanê li gundên çiyayê Şaho çendîn paygehên din ava kirine û dixwaze bi vê rewşê konterola deverê bike.

Her di vê çarçoveyê de, rejîma Îranê li gundê “Siaynaw”yê ser bi bajarê Merîwanê mijûlî nûkirina binkeyên nîzamî ye.

Herweha rejîmê cihên seryran û gerîna xelkê li çiyayê “Sûrîn”ê jî bi dekelên çavdêriyê hat û çoya xelkê kunterol dike.