Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gemiya helgirê barê çek û sîlahan ji Îranê ve bo Sûriyê hat girtin

21:35 - 14 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Gemiyek Almanî ku barê çek û sîlahan ji Îranê ve bo Sûriyê ji rejîma Beşar Esed re vediguhezt, li nêzîk sînorê avî yê Sûriyê hat sekinandin.

Li gor dengê almaniya, kuvara Almanî a “Spiegel” ragihandiye ku gemiya “Atlantîk Kirozer” ku nekariye tehrîmên li dijî rejîma Esed bişkîne, ji aliyê rayedarek rejîma Sûriyê ve ku ji nîzama Esed veqetiyaye hatiye eşkerekirin.

Li gor “dw-world” û wergirtî ji “Spiegel”, keştiya han a şirketa gemiyan a Almaniya “Bok Iştîgil” bûye, çend rojan berî niha li “Cîbotî”ê barek çekan ji gemiyek Îranî wergirtiye û ber bi Sûriyê birêketiye.

Gemiya han di riya bendera “Tertos” a Sûriyê de bûye ku çek û teqemeniyên han bigîjîne rejîma Sûriyê.