Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Îtilaatê gefa derxistin û destbiserkirinê ji xwendekarên Kurd ên Urmiyê kir

14:44 - 15 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Givaş û neheqî li hember xwendekarên Kurd ên zanîngehên Urmiyê berdewam e û meimûrên Îtilaat û Herasetê ji xwendekarên Kurd re pîlanan dadinên.

Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, Hêzên Besîc bi hevkariya wezareta Îtilasatê di civînekê de hêzên Îtilaatê erkdar kirine ku xwendekarên Kurd ên gumana pêwendî tev aliyên siyasî ên Kurdî ve hebe yan karê siyasî dikin bidin naskirin û radestî îdareya Îtilaatê bihên kirin.

Çavkaniya vî nûçeyî amaje dike, heyameke hêzên Îtilatanê di zanîngehên Urmiyê de bi awayên cur bi cur xwendekarên Kurd dixin jêr givaşan û daxwaza hevkariyê bi rejîmê re ji wan dikin, lê ger ew daxwaz ji aliyê xwendekaran ve nehên pejirandin, eva dê ew xwendekar bi wezareta Îtilaatê bidin naskirin û destbiserkirin yan jî ji zanîngehê dihên derxistin û ji xwendinê dihên bêparkirin.

Hêkayî gotinê ye ku givaşên li ser xwendekarên Kurd ên zanîngehên Urmiyê roj bi roj zêde dibin û ji bo kimrengkirina çalakiyên xwendekarên Kurd di zanînmgehan de, rejîm di riya qirêjxwerên xwe ve bi awayên cur bi cur pîlana dadinê.