Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawiya Babê pêşmergeyek PDK Îran’ê li Urmiye

19:59 - 29 Çirriya paşîn 2012

Kurdistanmedia: Babê Pêşmergeyek Partiya Demokrata Kurdistana Îran’ê li herêma “Enzel” a Urmiyê di temenê 85 Saliyê de koça dawiyê kir.
Li gor rapora malpera “Kurdistanmedia”ê, roja çarşembîyê berwar 28’ê Çiriya pêşîn a 2012’ê, “Hacî Xalis Natiq” babê “Dara Natiq” Pêşmerge yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îran’ê û Endamê Komîteya Nawendî a wê partîyê, seba nexweşî û pirîyê di temenê 85 saliyê de koça dawîyê kir.
Hacî Xalis di sala 1306 a Rojî li gundê “Tendûrok”a ser bi devera “Enzel”a Urmiyê, ji dayîk bûye û pêş şorişa gelên Îranê seba beşdariya xizm û kesên wî di bizava rizgarîxwazî ya gelê Kurd di Kurdistana Îranê, çendîn cara ji aliyê hêza ewlehî yên rejîma paşayetî hat girtin û eşkence kirin.
Termê Hacî Xalis roja pêncşembîyê berwar 29’ê Çiriya pêşîn a 2012’ê, di naw aporaya xelkê herêmê di Gundê “Mîrawa”a Urmiyê hate definandin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îran’ê şîn û serexweşiya xwe arasteyî malbat û kes û karên wê û birêz Dara Natiq dike û xwe di xem û pejara wan de pişikdar dizane.
Riha wî şad be.