Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mistefa Hicrî daxwazkarê herêma dijefirîn bo Kurdistana Îranê ye”

16:29 - 15 Nîsan 2012

N: Gary Kent W: Riza Fethullanijad


Gelo me pajek çarenûssaz derheq pirsa çawaniya berbirûbûna bi Îranê re wunda kiriye? Ew pirs di navbera alîgir û dijberên bombebaranê û yên ku jêve ne bergirîkirina ji Îranê, erênî ye, yan ne, di holê de ye. Hêla jî bi awayek berdewam em ji hêza xelkê Îranê di vê hewkêşeya aloz de tê negihîştine.
Di wan dawiyane de min Mistefa Hicrî Sekreterê Giştî ya PDK Îranê dît, navbirî piştî herifîna rejîma paşatiyê weke nûnerê Parlementoya Komara Îslamî hat helbijartin, lê piştî vê neçar ma rû bikr dervey welat û li Kurdistana Îraqê de akincî be.
Hicrî li ser vê bawerê ye ku di Komara Îslamî de reform nahê encamdan û hilbijartina dawî jî selmênerê vê rastiyê ye. Rejîm bo nîşandana rewayiya xwe di nav xelkê de, ji hilbijartinan mifahê werdigre. Bi her awayekê be dema ku hilbijartin di Îranê de bi şêwazek azad û dadperweran bi rêve naçe, bi xatircemî ve, ev bi xwe mînakek e bo selimandina vê ku rejîm niha jî xwediyê piştewaniya xelkê nine. Hekî Komara Îslamî piştewaniya piraniya xelkê xwe heba, wê îzna birêvebirina hilbijartinek azad di Îranê de daba.
Tevgera Kesik alîgirên xwe pitir bo xebitîn di pêxema vegerandina Komara Îslamî bo ser rêbaza despêka hatine serkara xwe han dide, bona vê ku ew tevger opozisyonek bingehî be di Îranê de. Mistefa Hicrî li ser vê bawerê ye ku ev yek bûye sedema bêhêzbûne vê tevgerê û ji kar xistina piraniya xelkê û ragirtina xwe. Faktera îsbata wê jî ev e ku piraniya xelkê Îranê ji rejîmê bêzar in û daxwaza guhertina her tiştî dikin.
Ez li ser vê bawerê me piştî afirandina givaş û pirûpagendeyek berdewam, xelkê Îranê wê bibin xelkek serfiraz û alîgirên rojavayiyan û ji rêka peywendîgirtina di gel cîhana derve, daxwaza tplvekirina demên ji dest çûyî bikin.
Hicrî herweha li ser vê bawerê ye ku sîstema Komara Îslam qelişî ye. Ev têokirasiye Firqeyî ye ku nûneratiya piraniya xelkê nake. Hicrî got ku partiya wê di gel wan rêxistin û saziyan kar dike ku nûneratiya Ereb, Belûç, Azerî û Turkên Îranê dike. Di sala 2005’an de, evan bi merema lihevhatin û hevdengî di pêxema pirsên pêwendîdar bi avakirina Îranek demokratîk, sekolar û Federal di pêşerojê de, Kongireya Netewên Îrana Federal ava kirin. Evan xebata xwe di pêxema nêzîkbûna di gel Farsan jî zêde kirine û di vî warî jî de, di du salên derbasbûyî de pêngavên binirx avêtine.
pêdagiriya rojava li ser çekên navikî cihê giringîpêdanê ye.
Nîgeraniyek micid heye ku ew rejîma tiokratîk giringiyê bi hewcehiyên eqlanî ên di vî warî de ku renge li encama şerek weha de her du alî têde herin nede.
Herweha nabe mirov gefxwarinên li Îsraîlê sanahî çav lê bike. Ji vê yekê jî zêdetir Îranek teyar bi çeka navikî rîskek e ji bo pêkhatina rikeberiyek leşkerî di herêmê bi taybetî li Mîsr, Turkiye, û Erebistana Seûdî de. Wate nîgeraniyek micid heye ku rejîma Îranê bi çeka navikî teyar be, û bo sepandina hêjmoniya xwe bi ser herêmê de zêdetir ji berê pişta teror û terorîzma navnetewî bigre.

tekez kirin li ser babeta çekên etomî û hewdem basnekirin û giringîneden bi tawanên komara îslamî derheq mafên mirovan, dibe sedema vê ku xelkê Îranî wusa hizir bikin ku em giringiyê bi nadin wan.
Heya niha rêka hrî baş a derbazbûn ji rejîma Komara Îslamî di Îranê de, ji rêka deshilata xelkî ve ye. Pirsyara dawî ev e ku bi çi şêwazekê dikarin evê karî bikin.
Kurdên Îranî ji dewleta me û aliyên dixwazin ku piştewanek qahîm û siyasî ji bo tevgera demokratîk a Îraniyan bin. Hêviya vê tê kirin ku kerek weha rejîma niha ber bi sînorê herifînê bibe. Lê bo têgehiştinek zêdetir, Hicrî hewcehiya bi alîkarîkirina opozisyonê bi awayek rasterast tîne ber çav.
Hicrî li ser vê bawerê ye ku di egere serhildana xelkî de, avakirina penagayek parastî û herêmeke dijefirîn di kurdistana Îranê de, aliyê kim dibe alîkarek bo rêxistina pitir a hêzên xwe, bo herifandina rejîmê û avakirina Îranek demokratîk û federal. Navbirî evê tîne bîr ku di modêlek weha de, bi awayek serkevtî Kurdên Îraqê ji jînosaydê parastin û ev hêz da wan ku bikarin rêxistinek herêmî û piloralîstî û serkevtî di Îraqê de ava kin.
Di salên 1980 û 1990’an de, kurdan di Îranê de xebatek çekdarî bi piştevaniya hêza xelkê xwe, lê bi piştewaniya kêm ya civaka navnetewî xistin kar. Rejîma Îranê bi awayek hovane ev serhildana xelkî serkut kir, û bi dehan hezar ji xelkê sivîl û bi dehan hizar ji xebatkarên kurd kuştin û du kes ji rêberên berê yên PDK Îranê di xaka Ewropayê de teror kirin.
Em dibe gelek bi hişyarî ve guhê xwe bidin dengên weke Mistefa Hicrî. Di dawiyê de şoreşek li bingeh de baştirîn vebijêrk e. Em dibe niha di gel dostên xwe kar bikin.
Çavkanî: progressonline.org.uk